Ji Desteya Jin projeyên cihêreng û nû

Desteya Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di bin sîwana Rêveberiya Xweser de kar û xebatên xwe yên ji bo jin û zarokan dimeşîne ji bo projeyên nû û cihêreng xebatê dike.

ŞÊRÎN MIHEMED

Qamişlo – Bi avabûna Rêveberiya Xweser a li Bakûr û Rojhilatî Sûriyeyê re, gelek deste ava bûn yek ji wan jî Desteya Jin bû ku di 21’ê Çileya 2014’an de dest pê kir. Têkoşîna vê desteyê li dijî hemû cureyên tundiya li dijî jinan, parastina mafên wan, di hemû warên cîhanê de pêkanîna dadweriya civakî û aktîfkirina rola wan e. Her wiha bi riya projeyên taybet di warê aborî de jî gelek piştgirî da jinan. Desteya Jin a Bakûr û Rojhilatî Sûriyeyê bi riya projeyên nû hewl dide jinan ji tundiyê biparêze, maf û destkeftiyên wan di şoreşa Rojava de misoger bike.

Cîgira Rêveberiya Desteya Jin Evîn Qafor li ser projeyên xwe yên nû yên ji bo jin û zarokan dane destpêkirin axivî.

Ji parastinê heyanî perwerdehiya jinan

Di vê der barê de cîgira rêveberiya desteya jin Evîn Qafor got: “Piştî damezrandina Rêveberiya Xweser li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê di sala 2014‘an de, desteya jin hat ragihandin û yekem gavên xwe di projeyên jin û zarokan de bi rêxistin kir. Her wiha beşdarî nivîsandina zagonên jinan bû ku niha bi navê zagonên malbatê tên pênase kirin. Rola desteya jin di perwerdekirina jinan de diyar bû. Desteya Jin erka perwerdekirina jinan bi taybetî yên rastî tundiyê hatine daye ser milên xwe û navendên taybet vekirine.  Di sala 2015’an de tenê navendek ji bo parastina jinan hebû lê di sala 2022’an de 4 navendên din li kantona Cizîrê hatin vekirin.”

Gelek proje hatin amadekirin

Evîn Qafor di dawiya axaftina xwe de behsa projeyên xwe yên der barê sala 2023’an de kir û wiha pêde çû: “Ji bo nexweşiya penceşêra memikan em ê hewl bidin xwe bigihîjînin hemû jinan, bi taybetî yên ku li gundên dûr dijîn û ji bo hişyarî û dermankirinê projeyek me ya klînîkên bijîşkî gerok heye. Projeya duyem jî ji bo jinên bi tenê û alîkariya wan navendek nexweşiyên derûnî hatiye vekirin. Projeya sêyem jî ji bo derfetên kar ji jinên herêmê re vekirina kargehek piyalên plastîk hatiye vekirin. Em ê projeyên xwe berdevam û berfirehtir bikin, Li gel vekirina navendên pêşxistina zarokan ji sala 2015’an de 17 baxçeyên zarokan hatine vekirin û dê 5 ên din jî bên vekirin.”