Ji Deriyê Sînor ê Refahê ketina alîkariya mirovî ya Xezayê dest pê kir

Deriyê Sînor ê Refahê yê li ser sînorê Misirê yê Şerîda Xezayê ku di bin êrîş û dorpêça Îsraîlê de ye, bi awayekî demkî hat vekirin û alîkariya însanî dest pê kir.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê du hefte li pey xwe hiştin. Hat ragihandin ku Deriyê Sînor ê Refahê yê li ser sînorê Misirê yê Şerîda Xezayê ya ji aliyê Îsraîlê ve hatiye dorpêçkirin bi awayekî demkî hat vekirin û alîkariya însanî dest pê kir.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Ofîsa Ragihandinê ya Hikûmetê ya li Xezayê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku "alîkariya însanî ya bingehîn" a Ajansa Alîkarî û Xebatê ya ji bo Penaberên Filistînî yên li Rojhilata Nêzîk a Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) di ser sînorê Misrê re derbasî Xezayê bûye.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser krîza mirovî û ‘pêdiviyên tenduristiyê û xwarinê yên bingehîn’ ên gelên li herêmê dijîn wê bi alîkariyên mirovî bên pêşwazîkirin. Deriyê sînor dê heta kengê ji bo alîkariyên mirovî vekirî bimîne, tu agahî nayên girtin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bo pêdiviyên însanî yên li Xezayê bên bicihanîn divê deriyê sînor her dem vekirî be. Ji aliyê din ve di daxuyaniyê de wiha hat gotin "Li herêmê xizmetên tenduristiyê nayên dayîn û kesên birîndar pêwîstiya wan bi rakirin û dermankirinê heye."

WHO: Alavên me yên tenduristiyê dê derbasî Xezayê bibin

Midûrê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus diyar kir ku malzemeyên tenduristiyê yên WHO’yê dê di demeke kin de ji Deriyê Sînor ê Refahê derbasî Xezayê bibin. Di parvekirina li ser medyaya dîjîtal de, Rêveber got: “Xuya ye ku malzemeyên tenduristiyê yên WHO’yê dê di demek kin de ji Deriyê Sînor ê Refahê derbasî Xezayê bibin. Pêdivî bi dermanên bingehîn û her wiha dermanên travma û nexweşiyên kronîk heye.”

 WHO ya Rojhilatê Deryaya Spî: 4 kamyon malzeme ji derî derbas bûn

Ofîsa Rojhilata Navîn a Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê jî ragihand ku karwanê alavên tibî yên WHO’yê ya ji 4 kamyonan pêk dihat ji Deriyê Sînor ê Refahê derbas bûye û ber bi Xezayê ve bi rê ket. Di hundirê kamyonan de; hat ragihandin ku ji bo hezar û 200 kesan malzemeyên tibî yên tedawiya travmayê, 235 çenteyên travmayê, ji bo nexweşiyên kronîk hezar û 500 kesan derman û ji bo 300 hezar kesî jî ji bo 3 mehan malzemeyên tenduristiyê yên bingehîn hene.

Heyva Sor a Misrê: Karwanê alîkariyên ewil ji 20 kamyonan pêk tê

Rêveberê Heyva Sor a Misirê ya Bakurê Sînayê Xalid Zeyd diyar kir ku karwanê alîkariyê yê ewil ji Deriyê Sînor ê Refehê derbasî Xezaya ku di bin dorpêça Îsraîlê de ye û ji 20 kamyonan pêk tê bûye. Hat parvekirin ku alîkarî bi piranî ji malzemeyên tibî û her wiha ji erzaqan pêk tê.

Ji aliyê DYA’yê ve hişyariya ewlehiyê

Bi vekirina sînor re li ser malpera Balyozxaneya Amerîkayê ya li Misrê hişyariya ewlehiyê hat parvekirin. Di hişyariyê de gotinên “Ger sînor were vekirin, tê payîn ku gelek kes sînor derbas bikin û welatiyên Amerîkî yên ku dixwazin bikevin Misrê divê li bendê bin ku li her du aliyên sînor bi hawirdorek kaotîk û tevlihev re rûbirû bibin. Divê hûn ewlekarî û ewlehiya xwe ya kesane binirxînin berî ku hûn biçin an derbasbûna sînor bikin." Hat kirin.