“Ji derewên dagirkeiryan bawer nekin we dixopîne”

Dayîkên ku berê xwe dane herêmên bi ewleyên weke Şehbayê bang li kesên vedigerin Efrînê kirin ku ji derewên dewleta tirk bawer nekin ji ber wan dixopîne.

ŞÊRÎN ELÎ
Şehba- piştî derketina Efrîniyan ji warê xwe û neçarî koçberiyê bûn ji ber hovîtî û kiryarên dewleta tirk a dagirker ku Efrîn dagirkiriye û tê de kiryarên dijmirovî dimeşîne. Efrînî mecbûr bûn berê xwe bidin herêmên bi ewle ew jî kantona Şehba bû. Piştî ku dewleta tirk Efrîn xist bin dagirkeriya xwe dest bi belavkirina îdiyaên ne rast di nav milet de kir û bang li welatiyên koçber kir ku vegerin cihê xwe. Di van demên dawî de gelek kes ev derew bawerkirin û vegeriyan Efrînê lê mixabin tu rastiya îdiayên dewleta tirk tune bû, miletê ku vedigerîn rastî tecawîzê û gelek kiryarên dermirovî dihatin. Di heman demê de dewleta tirk û çeteyên wê nedihêştin miletê sivîl vegerin li malê xwe bi cih bibin û wan dibin li kampên ku dewleta tirk ava kiriye bi cîh dikin. Paşê jî hemû xerc û pereyên bi wan re heyî desteser dikin. Jinên Efrînê yên koçî Şehbayê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bûne bang li kesên vedigerin Efrînê û di bin dagirkeiryê de dijîn, dikin ku rastiya dagirkeriyê nas bikin û venegerin heya ku dewleta tirk ji ser axa wan dernekeve.  
“Bila kes bi derewan ne xapin”
Zeyneb Ehmed girêdayî kiryarên li Efrînê tên kirin ev tişt anî ziman: "Şerk taybet li ser gelê Efrînê tê kirin ji hemû aliyan ve bi taybet li ser jinan. Miletê niha li Efrînê dijî pir zor û zehmetiyan dibînin, ji bilî vê sivîl ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve tên hedef girtin. Jin li Efrînê tê tecawizkirin û binçavkirin. Ev bû nêzî 4 salin em li Şehbayê ber xwe didin ji bo em di nav dijimin de nejîn, em razîne hemû zehmetiyan bidin berçavê xwe. Em li Şehbayê jiyaneke bi rûmet dijîn. Pêwîste em ji derewên dijimin bandor nebin û heya nûqteyek xwîn di canê me de heye li ber xwe bidin. Banga min ji miletên ku vedigerin Efrînê ewe ji derewên dagirkeiryê bawer nekin bila tu kes derewên dijimin bandor nebin. Heya ku dewleta tirk a dagirker di Efrînê de ye kes rojek aram û aşitî jiyan nake, ji ber wê jî pêwîste ku vegera me li Efrînê bi ser bilindî û serfirazî be."
"Ger vegerek me ya Efrînê hebe bila bi serbilindî be"
Zekiye Bêrem a ji Efrînê ye û niha li gundê Til Qirah a Şehabyê dimîne wiha dibêje: "Me ji bin tobaran û hovîtiya dijimin berê xwe da Şehbayê û li vir em rûmeta xwe diparêzin. Heya ku dijmin li Efrînê û gundewarên wê de ye em venagerin. Dema ku dagirkerî ji Efrînê derketin emê wê demê bi serfirazî vegrin cih û warê xwe. Li Efrînê din ava dagirkiri ya heyî de yên herî zêde rastî qetilkirin û tecewîzê tên jin in. Gelek kiryar li Efrînê tên jiyîn û sivîlên bê sûc dixin zîndanan û wan îşkence dikin. Em ê li Şehbayê bin û tu carî teslîmkariyê qebûl nakin heya ku Efrîn bê rizgarkirin ji destê dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê."
"Welatiyên li Efrînê rojane rastî kiryarên der mirovî tên"
Fatme Mihemed jî diyar kir ku kesên vedigerin Efrînê rastî kiryaran tên û got: "Ev bû nêzî 4 salin em li Şehbayê li ber xwe didin ji bo ku em jiyaneke bi rûmet bijîn. ENKS'ê piştevaniya dewleta tirk a dagirker dike, banga me ji wan re heye ku rastiya dagirkeriyê nas bikin û li kurdiyeta xwe vegerin. Dewleta tirk dijminê hemû kurda ye. Erdoxan bi belavkirina îdiyan dixwaze gel vegere Efrînê ta ku wan talan bike û kiryarên xwe li ser wan bimeşîne. ENKS ji kurdiyet û reseniya xwe derketiye û pey derewên dagirkeriya dewleta tirk ketiye. Heya vê demê dewleta tirk îtîraf bi zimanê me nake, lê ENKS'ê vê yekê ber çav re derbas nake û ji hemû derewên dagirkeiryê bawer dike. Bi rêya ENKS'ê dewleta tirk bang li gel dike ji bo vegerin Efrîna dagirkerî û dikevin nava destê çeteyan."