Ji Dêrazorê biryardariya jinan: Dê meşa me ya azadiyê bidome

Endama Koordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbiyayê Şahrazad Al-Cassim bertek nîşanî êrişên hikûmeta Şamê û Dîfa El Wetanî ya li dijî Dêrazorê da û got: "Li dijî polîtîkayên bêîstiqrarkirinê yên hikûmeta Şamê wê meşa me ya azadiyê bidome."

ZEYNEB XELÎF

Dêrazor – Bertekên li hemberî êrişên hikûmeta Şamê û komên girêdayî wî Dîfa El Wetanî yên li dijî Kantona Dêrazorê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Endama Koordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbiyayê Şahrazad Al-Cassim got ku ev êriş li dijî projeyên Rêveberiya Xweser û Netewa Demokratîk pêk tê û got: “Bi wan êrişan dixwazin aramiya herêmê têk bibin lê hevgirtina civakî ya li hemberî êrişan her ku diçe mezin dibe.”

‘Hêz, berxwedan û biryara me ji her demê zêdetir e’

Şahrazad Al-Cassim diyar kir ku ew ê li dijî êrişên hikumeta Şamê bisekinin û wiha pê de çû: “Hikumeta Şamê ji bo berjewendiyên xwe yê şexsî dixwaze li ser heremê serwer be. Rûxmê hemû êrişan dê meşa me ya azadiyê mezintir bibe. Em ê li hember hemû êrişan ku di armanca wan de em hene bisekinin û em ê nehêlin projeya netewa demokratîk asteng bike. Em ê weke jin û gel li dijî êrişan bi hêztir xwe bi rêxistin bikin. Xwediyên van axan kesên li ser van axan dijîn in. Biryar, hêz û berxwedana me ji her demê zêdetir e.”

'Em ê axa xwe neterikînin'

Şahrazad Al-Cassim  diyar kir ku hikûmeta Şamê bi êrişan dixwaze herêmê bixe bin kontrola xwe û armanca wan têkdana aramiya hermê xerakirin e û wiha bi dawî kir: “Lê belê îradeya me ji plan û komployên wan mezintir e. Em diyar dikin ku em ê teslîmî van planan nebin û em nahêlin destkeftiyên me ji destê me bên standin. Ev hemû plan û polîtîka wê îradeya gelê Dêre Zorê lawaz neke. Weke jinên Dêra Zorê em ê her tim li qadan bin. Em ê li hember êrişên hikumeta Şamê û milîsên Îranê bi biryardarî bisekinin. Em ê li hemberî êrişên ku herêma me dikin hedef, bi tevahî amade bin. Berdêla wê çi dibe bila bibe em ê axa xwe neterikînin. Ev têkoşîna rûmet û erka her kesî ye. Heta ku em negihêjin armanca xwe meşa me nasekine.”