Ji DEM Partiyê ji bo çareseriya demokratîk 4 xalên çareseriyê
DEM Partiyê di encamnameya civîna Meclîsa Partiyê de diyar kir ku perspektîfa çareseriyê ya Abdullah Ocalan ji bo demokratîkbûn û pêkhatina aştiyê firsendeke dîrokî ye û ji bo çareseriyê 4 xal rêz kir.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250214-20250214-images-jpgce382d-image-jpgdf6652-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) encamnameya civîna Meclîsa Partiyê ku di 12’yê Sibatê de hatibû lidarxistin ragihand.
Di encamnameyê de siyasetmedar Bereket Kar ku demek berê jiyana xwe ji dest dabû hat bibîranîn û wiha hat gotin: “Li çar aliyê cîhanê şer, xizanî û bêedaletî her diçe zêdetir dibe û hêviya gelan a aştiyê û jiyana bi hev re her diçe bêtir dikeve talûkeyê. Rojhilata Navîn ji ber berjewendiyên emperyalîzmê, rejîmên otorîter û pevçûnên mezhebî veguheriye qada şer. Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye mafên demokratîk ên gelê Kurd qebûl nake û mafê gelan ya qedera xwe diyar kirinê tune dihesibîne.”
'Di wijdana mirovahiyê de birînên kûr vedike'
Di encamnameyê de êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat bibîrxistin û hat diyar kirin ku bi van êrîşan ve tenê gelê Kurd hedef nayê girtin her wiha Ereb, Ermen, Tirkmen, Çerkes, Suryan, Elewî, Êzidî û Durzî hedef tên girtin. Hat gotin ku êrîşên Îsraîlê yên li ser Filistin û Lubnanê û bêmirovhiştina Xezeyê hêviyên ji bo pêşerojê nediyar dihêle û di wijdana mirovahiyê de birînên kûr vedike.
4 xalên çareseriyê
Di encamnameyê de hat gotin ku ji ber polîtîkayên înkar û îmhayê bi salane pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin û di serdemeke wiha de perspektîfa ku Abdullah Ocalan bi pêş dixe ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û pêkhatina aştiyê firsendeke dîrokî ye. 4 xalên çareseriyê ku di encamnameyê de derketin pêş ev in:
* Bi dawîkirina polîtîkayên tecrîdê: Bila tecrîda li ser birêz Ocalan were bidawîkirin, şertên xebata azad pêk bên, civak der barê pêvajoya demokratîkbûn û aştiyê rasterast bê agahdarkirin û ev ji bo aştiyeke bi rûmet mijareke jiyanî ye.
* Peymaneke nû ya civakî û demokratîk: Divê mafên kurdan ên demokratîk û siyasî bi makezagonê bên mîsogerkirin û ji bo li Tirkiyeyê pêşî li demokratîkbûnê bê vekirin pêvajoyeke tevlêbûn û pirbûnê bê avakirin.
* Li welatê hevpar jiyana wekhev: Her kesên ku li Tirkiyeyê dijîn wek welatiyên ku xwedî mafên wekhev in, mafê wan heye ku bi hev re pêşerojê ava bikin. Kurd, Tirk, Ereb, Ermen, Suryan, Roman, Sunnî, Elewî, Êzidî, Xristiyan, Musewî, gel û baweriyên din bêyî ku rastî cûdakariyê bên , xwedî mafê perwerdehiya zimanê dayikê û mafên çandî û hemû mafên demokratîk in.
* Divê Tirkiye li Rojhilata Navîn li şûna şer, polîtîkayên diyalog û aştiyê bihewîne: Dîplomasî bingeha têkiliyên wekhev û aşitî ye ku divê bi hemû gelên herêmê re were pêşve xistin û têkiliyên bi gelên herêmê re, bi taybetî jî Kurd re, li ser bingeha şer û tunekirinê nebe, di çarçoveya muzakereya demokratîk de were destgirtin.
Banga têkoşînê
Di encamnameyê de hat gotin ku li Tirkiyeyê bêhiquqî û bêedaletî tenê bi polîtîkayên şer ve sînordar namîne her wiha mafên karker û kedkaran tên xespkirin, jin rastî tundiyê tên, mafê ragihandin û agahî girtinê, fikir, îfade û rêxistinkirinê tê astengkirin û bi tayînkirina qeyûman mafê bijartin û hilbijartinê bi biryarên daghena tune tê hesibandin. Hat gotin ku daxwazên karker, kedkar, jin, ciwan û bindestan heman daxwaz in û têkoşîna ji bo azadî û wekheviyê ji bo gel bi hev re jiyaneke aştiyane bidomînin tên dayîn. Herî dawî hat ragihandin ku dê li hemberî zextan berxwedanê, li hemberî şer aştiyê, li hemberî mêtingehiyê hêza kedê mezintir bikin, bi îradeya hevpar a gelan ve aştî, wekhevî û demokrasiyê ava bikin û bi ser bikevin.