Ji Dem Partiyê ji bo 28’ê Nîsanê bibe ‘Roja bîranîn û şînê’ pêşniyarqanûn

DEM Partiyê ji bo 28’ê nîsanê weke “Roja Bîranîn û Şînê ya ji bo Kesên di Cînayetên Kar de Jiyana Xwe ji Dest Dayîn” pêşniyarqanûn da Meclisê.

Navenda Nûçeyan – Serokwekîlên Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî ji bo di mijara cînayetên kar de hestiyariyek ava bibe û bîranîna kesên di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dayîn, pêşniyarqanûnek da Serokatiya Meclisê.  

Di pêşniyarqanûnê de serokwekîlan xwestin 28’ê nîsanê bibe “Roja Bîranîn û Şînê ya ji bo Kesên di Cînayetên Kar de Jiyana Xwe ji Dest Dayîn.”  Di heman demê de daneyên Meclisa Tenduristiya Kar û Ewlehiya Karkeran (ÎSÎG) hate parvekirin. Li gorî daneyan; di sala 2015’an de herî kêm hezar û 730 karkeran, di sala 2016’an de herî kêm hezar û 970 karkeran, di sala 2017’an de herî kêm 2 hezar û 6 karkeran, di 2018’an de herî kêm hezar û 923 karkeran, di 2019’an de herî kêm hezar û 736 karkeran, di 2020’an de herî kêm 2 hezar û 427 karkeran, di 2021’an de herî kêm 2 hezar û 170 karkeran, di 2022’yan de herî kêm hezar û 843 karkeran, di 2023’yan de herî kêm hezar û 932 karkeran û di sê mehên ewil ên sala 2024’an de jî herî kêm 425 karkeran jiyana xwe ji dest dane. 

Di pêşniyarqanûnê de hat gotin ku li Ewropayê herî zêde li Tirkiyeyê cînayetên kar çêdibin û xwestin beriya 1’ê Gulanê divê mirov karkerên di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane bi bîr bîne.