Ji DBP’ê Narîn Gezgor: Em ê xebatên ji bo rêxistinkirinê bidomînin

Alîkara hevserokên DBP’ê û berpirsyara rêxistinkirinê Narîn Gezgor, diyar kir ku bi “seferberiya rêxistinkirinê” gihîştine gelek aliyan û got ku di sala 2025’an de ew ê di warê rêxistinkirinê de xebatên ji bo bihêzkirinê bidomînin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), bi şiara “Azadî bi rêxistinbûnê destpê dike” xebatên xwe yên ku bi komxebata di navbera 8-9’ê Îlona 2024’an de li dar xistibû û seferberiyê îlan kiribû, didomîne. DBP, di çarçoveya seferberiyê de ji bajaran heta navçeyan, ji taxan heta kolan û gundan serdanan pêk anî û bi hezaran kesan re rûnişt. DBP’ê bi seferberiya rêxistinbûnê, têkiliyên xwe yên bi gel re bi hêz kir û li bajarên ku rêxistinbûna wê lê qels bû, dest bi xebatan kir.

Alîkara Hevserokên Giştî yên DBP’ê û berpirsyara rêxistinkirinê Narîn Gezgor, ji ajansa me re li ser xebatên salek, axivî. Narîn Gezgor diyar kir ku di rojeva wan de gelek mijar hene û wiha got: “Hem bi xebatên ji bo jinan hem jî yên giştî em bi gelek kesan re hatin ba hev. Gel eleqeyek baş nîşanî van xebatan da.” 

Ji bo xurtkirina têkiliya bi gel re

Narîn Gezgor diyar kir ku di pêvajoyeke ku operasyonên polîtîkayên şerê taybet û qirkirina siyasî didomin de, ji bo têkiliya bi gel re bi hêz bikin, têkoşîna xwe domandine û got ku gel, bi ruhê berê yê partiya xwe DBP’ê, ji nû ve bi misyon û rola xwe rabûye. Narîn Gezgor diyar kir ku desthilatdariya AKP’ê zêdetir êrîşê qadên rêxistinbûnê kiriye û da zanîn ku bi polîtîkayên şerê taybet hewl dane gel û partiyê ji hev dûr bixin lê bi ser neketine.

‘Me atolyeyên şerê taybet li dar xistin’

Narîn Gezgor got ku partiya wan rêxistinbûnê mezin kiriye û ji nû ve dest bi pêvajoyek avabûnê kiriye û wiha domand: “Em bi hemû saziyên xwe yên demokratîk û kadroyên siyaseta demokratîk re, bajar bi bajar, tax bi tax digerin, civînên gel li dar dixin. Di demên borî de me li ser kêmasî û nebesiyên xwe bi gel re nirxandin kir. Niha jî em nîqaş dikin û pêşniyarên çareseriyê bipêş dixin.”

Li ser xweperastinê nîqaş hatin kirin

Narîn Gezgor diyar kir ku li dijî polîtîkayên şerê taybet, Meclîsa Jinan a DBP’ê li 20 bajaran bi hezaran jinan re rûniştiye û wiha domand: “Li dijî polîtîkayên şerê taybet, me atolyeyan li dar xist. Di van atolyeyan de me li ser êrîş û argumanên şerê taybet ên li dijî jinê û jinan nîqaş kir. Em ê bi xebatên xwe rêxistinbûna xwe mezin bikin.”

‘Riya derketina ji kaosê paradîgmaya neteweya demokratîk e’

Narîn Gezgor diyar kir ku li dijî krîz û kaosa li Rojhilata Navîn di pêvajoyeke ku zêde pêdivî bi çareseriyê tê dîtin de derbas dibin û got ku hevdîtina ku heyeta Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kiriye, motîvasyona gel çêkiriye. Narîn Gezgor wiha got: “Ev pêvajo, wisa ye ku pêdivî zêdetir bi çareseriya meseleya Kurd tê dîtin. Wekî tê zanîn li Rojhilata Navîn şerên mezin hene. Modernîteya kapîtalîst û netew dewletên ku bûne sedema van şeran, di nava krîzan de ne. Ên ku di nava vê krîzê de zêde mexdûr dibin, jin û zarok in. Wekî din jî saziyên jinan û têkoşîna jinan tê hedefgirtin. Rewşa heyî em dikarin bibêjin ku rewşa şênber a şerê cîhanê yê sêyemîn e ku birêz Ocalan bi salan e tîne ziman. Bêguman riya derketina ji vê krîz û pêvajoyê, paradîgmaya neteweya demokratîk e.”

‘Berdewamiya tecrîdê dibe sedema têkoşînê’

Narîn Gezgor destnîşan kir ku her çiqas bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin çêbin jî tecrîd didome û wiha berdewam kir: “Bi birêz Ocalan re hevdîtin hatin kirin. Careke din îradeya çareseriya aştiyane ya ji salên 90’î ve hat ziman. Vê yekê jî xwest bi perspektîfeke ku ji 7 bendan pêk tê ji raya giştî re were aşkerakirin. Kilîta çareseriya pirsgirêka Kurd bi awayê demokratîk, ne tenê qada siyasî ye, di serî de raya giştî divê aliyên muxalif li ser van 7 bendan werin ba hev. Divê ji bo rakirina tecrîda ku bi salan e li Îmraliyê tê meşandin têkoşîneke cidî were meşandin. Di vî warî de berpirsyariyek mezin dikeve ser milên me, ji ber ku tecrîd hê didome. Ev yek bi serê xwe ji bo me sedema têkoşînê ye.”

 Narîn Gezgor di dawiyê de got ku dê sala 2025’an ji bo DBP’ê bi têkoşînê derbas bibe û diyar kir ku li dijî êrîşan ew ê qadên rêxistinkirinê bi hêztir bikin.