Ji Dayikên Plaza de Mayo Carmen Cobo jiyana xwe ji dest da

Hat hînbûn ku ji pêşengên Dayikên Şemiyê yên Plaza de Mayo Carmen Cobo jiyana xwe ji dest da.

Hat hînbûn ku ji pêşengên Dayikên Plaza de Mayo Carmen Cobo jiyana xwe ji dest da.
Navenda Nûçeyan – Ji pêşengên Dayikên  Plaza de Mayo ku li Arjantînê li zarokên xwe yên winda digerin Carmen Cobo jiyana xwe ji dest da. Agahiya ku dayika Carmen jiyana xwe ji dest daye li ser hesabê Twitter ê Dayikên Şemiyê hat parkirin wihaye:
“Windakirina pêşenga Dayikên Şemiyê yên Plaza de Mayo dayika Carmen Cobo ya ku bi hebûna xwe ji bo me îlhambû bi êşe. Dayika Carmen Cobo 54 salan ji bo keça xwe Ines û hemû windahiyên Arjantînê ji têkoşîna heqîqet û edaletê xwe paş de neda. Têkoşîna wê ya bibiriyar ji bo me mîrase.”
Dayikên Arjantînê ji bo kesên di navbera 1976 û 1983'an de li Arjentînê hatin windakirin rêxistina dayîkan bi navê Plaza De Mayo avakirin. Di 30'ê nîsana 1977'an de rêxistina Plaza De Mayo ji hêla Estela Barnes de Carluto ve hat damezirandin û dayikan dest bi çalakiyên xwe kirin. Cara yekem li ber Qesra Serokkomarê Casa Rosada çalakî kirin.