Ji cihê çalakiya nobeta edaletê bang li wezîrê edaletê kirin
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbata Şenyaşar di roja 27'an de berdewam dike. Emîne Şanyaşar ji ber nexweşiya xwe nikaribû îro were cihê nobetê.
Riha- Malbata Şenyaşar bi armanca pêkhatina edaletê 27 roj in li pêşiya avahiya Edaletê ya Rihayê nobeta xwe berdewam dike. Îro Emîne Şenyaşar a 2 lawên wê û hevjînê wê hatibûn qetilkirin, ji ber nexweş bû nehat cihê çalakiyê. Lawê Emîne Şenyaşar Ferît Şenyaşar ê di êrîşa AKP'iyan de birîndar bûbû bi tena serê xwe hat cihê nobetê her wiha malbatê li ser hesabê xwe yê Twitter ê bang li Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul kir û wiha hat gotin: "Wezîrê Dadê Gul got 'Xaltiya me Dursune ji ber nikaribû biçe danişînê li mala wê îfadeya wê hat girtin. Gul bila banga dayika 65 salî Emîne ya ji bo edaletê 27 roj in li pêş Edliyeyê nobetê digire jî bibihîze û tiştekî ji bo wê jî bêje."