Ji CFWIJ’ê rapora 2021’ê: 810 rojnamegerên jin rastî şîdet û gefan hatin
Koalîsyona Jinan di Rojnamegeriyê de bi wesîleya 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan binpêkirinên li ser rojnamegerên jin ên ji Tirkiyeyê heta Hindistanê, ji Afganistanê heta Çînê rapor kirin û kişand ku di sala 2021’ê de 810 jinên rojnameger bi tundî û gefan re rû bi rû mane û destnîşan kir ku li Tirkiyeyê binpêkirina li hemberî rojnamegerên jin zêde bûye.
Navenda Nûçeyan – Koalîsyona Jinan di Rojnamegeriyê De (CFWIJ) bi wesîleya 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan raporek li ser binpêkirinên mafan ên rojnamegerên jin eşkere kir. Di raporê de ku îsal 810 binpêkirinên li dijî rojnamegerên jin hatin tomarkirin de, hat destnîşankirin ku 11 rojnamegerên jin jî hatine qetilkirin. Her wiha herî kêm 169 rojnamegerên jin rastî tacîza hiqûqî-edlî hatine. 130 rastî êrîşa fizîkî hatin, 104 jî bi awayekî kêfî hatin binçavkirin. Di cîhana dîjîtal de jî dijminatiya li dijî rojnamegerên jin berfireh bû, herî kêm 89 ji wan bi kampanyayên lînc û îftirayê yên bi navê “trol” ên di medyaya civakî de hatin organîzekirin. Di raporê de hat diyarkirin ku agahiyên şexsî yên gelek rojnamegerên jin bi vî rengî li ser înternetê hatine parvekirin û hedefgirtin, hat diyarkirin ku rojnamegerên jin bi êrîşan re rûbirû mane.
Di berdewamiya raporê de wiha hat gotin:
“Di sala 2021’ê de herî kêm 73 rojnamegerên jin li qadan hatin astengkirin, 64 rojnameger ji kar hatin dûrxistin, 50 rojnamegerên jin rastî gef û nêzîkatiyên çavtirsandinê hatin, 26 rojnamegerên jin li ser kar rastî tacîzê hatin, herî kêm 27 rojnamegerên jin li ser kar rastî tacîza zayendî hatin. 17 ji wan rastî tacîzên devkî hatin, 3 ji wan akredîtasyon hat betalkirin û 3 rojnameger jî hatin revandin. Binpêkirinên ku rojnamegerên jin li çar aliyên cîhanê bi wan re rû bi rû dimînin di nava salekê de zêde bûn. Di çarçoveya Roja Mafên Mirovan a Navneteweyî de, em di sala 2021’an de doz û herêmên bi awayekî ciddî fikar in radigihînin. Hûn dikarin hûrguliyên raporên binpêkirinên me yên rojane yên ku ji çaraliyê cîhanê hatine tomarkirin bibînin.
"Zhang Zhan li ber mirinê ye"
Rojnamevanê hemwelatî Zhang Zhan di Gulana 2020’an de piştî nûçeya xwe ya ronîker a têkoşîna Covîd-19 li Wuhanê hat girtin. Dûre Dadgeha Navçeya Nû ya Shanghai Pudong di 8’ê Kanûna 2020’an de, tenê 3 demjimêran doz pêk anî û ew mehkûm kir. Ji ber sûcê 'şer û alozî derxistinê' 4 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Rojnamegera ku parêzerek kevn e, ji bo şermezarkirina girtina xwe demek dirêj e di greva birçîbûnê de ye û bi darê zorê bi tûpa pozê xwe tê xwedîkirin. Malbata wê dibêje tenduristiya Zhang bi qasê ku di xetera mirinê de ye xirab bûye. Zhang Zhan li ber mirinê ye. Girtina Zhang Zhan xeletiyeke mezin e û divê demildest bê berdan. Em ji bo vê jî kampanyayek îmzeyê dimeşînin. Em li Çînê di azadiya çapemeniyê de fikaran dijîn. Em ferqa ji zêdetirî 115 parêzvanên azadiya çapemeniyê yên li girtîgehên Çînê û li welat hewldanên pirjimar ên ji bo astengkirina çapemeniya serbixwe hene. Welat di Indeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de di rêza 177’emîn de ye.
Rewşa rojnamegerên jin ên li Afganistanê
Piştî desteserkirina Talîbanê, li Afganistanê fikarên me yên cidî li ser azadiya çapemeniyê hene. Dema di sala 2021’ê de li welat 4 rojnamegerên jin hatin qetilkirin, gelek bûyerên binpêkirina mafan hatin tomarkirin.
Li welat rojnamegerên jin piştî 15’ê Tebaxê di malên xwe de asê man. Rojnamegerên jin karên xwe bi azadî dikir zêdetir, di heman demê de xwedî malbatin ku li wan meyze bikin. Em li Afganistanê ji bo tehliye kirina rojnamegerên nikarîn debara xwe bikin, bi awayekî aktîf hewl didin. Em niha di pêvajoyek pêşîn de ne ku dozên ku mexdûr, hewcedariya lezgîn û bi kesên ku neçar in ku welatê xwe biterikînin de ne.
Li Tirkiyeyê binpêkirinên azadiya çapemeniyê zêde dibin
Li Tirkiyeyê nexşeya rîskê ya rojnamegerên jin bi awayekî rûtîn sor tê boyaxkirin. Ji bo rojnamegerên jin ên li Tirkiyeyê dixebitin gelek caran binpêkirinên mafên çapemeniya azad û azadiya derbirînê tên kirin. CFWIJ, tenê îsal 94 dozên li dijî rojnamegerên jin hatine vekirin şopandiye. Ji destpêka sala 2021’an û vir ve 82 rojnamegerên jin dema nûçeyên li qadê dişopandin rastî êrîşên fîzîkî û astengiyan hatin. 18 rojnamegerên jin hatin binçavkirin. CFWIJ li Tirkiyeyê li gorî sala 2020’an ji sedî 244,11 zêdeyî binpêkirina mafan dijî rojnamegerên jin ve hatiye kirin çavderî kir. CFWIJ ku şîdeta li hemberî rojnamegeran zêde dibe ji nêz ve dişopîne, ji bo Tirkiyeyê dosyayek taybet a berfireh amade kir. Buyerên ku ji destpêka vê salê pêkhatine, bi hûrgilî dest girt.
“Endama me Ceren Îskît rastî tacîzê hat”
Peymana Stenbolê ji aliyê serokwezîr ve bi awayekî yekalî hat betalkirin û piştre rojnamegerên jin ên nûçe dişopandin ji aliyê polîsan ve bi zanebûn hatin astengkirin. Di nav wan de endama Tîma CFWIJ’ê Ceren Îskît jî hebû. Dema Ceren bûyer dişopand ji aliyê polîsan ve rastî tacîza fizîkî û devkî hat. Dema jin ji qada çalakiyê derdiketin, zilamek hat û tacîza devkî li komek jinan kir. Koordînatora Lêkolînê ya CFWIJ’ê Ceren dema ku jinan hewl dida xwe biparêzin bûyer tomar dikir. Di wê demê de komek polîs Cerenê dehf dan û jê xwestin ku dest ji dîmen kişandinê berde û dûr bisekine.
“Ewropaya Rojhilat ji bo rojnamegerên jin xeternak e”
Li Ewropaya Rojhilat, bi taybetî jî li Belarûs, ji bo rojnamegerên jin dîmenek xeternak derket holê. Ji 1’ê Çileyê heta 1’ê Cotmeha 2021’ê, 149 bûyerên binpêkirinê hatine tomarkirin, ji 46 wan li Belarusê pêk hatin. Zagon bi awayekî rûtin li dijî rojnamegerên jin hat rewşa çek û nîvê binpêkirinên hatine ragihandin weke bûyerên 'bindesteserkirina kêfî' hatin binavkirin. Rojnamegerên wekî Katsyaryna Andreyeva, Darya Chultsova û Tatsiana Bublikawa, Marina Zolotova û Larysa Shchyrakova yên hatin binçavkirin, li mal û kargehên xwe rastî zextan hatin.
"Li Hindistanê gef berdewam dikin"
Îsal, Hindistan nîşaneyên metirsîdar ên xirabtirbûna azadiya çapemeniyê ji bo rojnamegerên jin nîşan bide berdewam kir. 33 bûyerên binpêkirinê hatin tomarkirin. Hindistan ji bo azadiya çapemeniyê di nav welatên herî xeternak de ye. Bi taybetî jî komên rastgir ên ku ji aliyê dewletê ve tên piştgirîkirin, di vê mijarê de xwedî parek mezin in. Gotinên nefretê û parvekirinên dîjîtal yên li hemberî rojnamegerên jin bi awayekî berfireh hatin kirin. Ev mijar ji aliyê siyasetmedarên rastgir ve jî hat piştgirîkirin. Êrîşên li dijî jinan bi awayekî piralî berdewam kir. Malpereke ku jinan hedef digire 90 jinên cuda hedef girt.
"Ev rapor ne lîsteyek berfireh e"
Rojnamegerên jin tecrubeyên xwe yên salekê bi berfirehî parve kirin. Ji bo azadiya rojnamegerên jin tevdigere û ji bo parastina mafên wan bi awayekî aktîf dixebite. Rojnamegerên jin her roj ne tenê ji aliyê saziyên hikûmetê yên ku hewl didin wan bêdeng bikin ve rastî tundûtûjiyê tên, di heman demê de ji ber çîrokên civakî yên mêtînger ên ku ew bi gelemperî tê de dixebitin rastî êrîşên kûr ên zayendperest jî tên. Ji kerema xwe ji bîr nekîn, ev rapor ne tenê mijarên ciddî yên CFWIJ’ê ronî dike û ew ne lîsteyek berfirehe ku ji metirsiyên jin pê re rû bi rû û ne jî lîsteyek devrên ku bê parastin in.”
Werger: JINHA