Ji çalakvana Îranî ji bo Pexşan û Werîşa peyama piştgiriyê

Çalakvana mafên jinan ya Îran-Elmanya Nahêd Teqwî piştî ku ji girtîgehê derket û vegeriya Elmanyayê, li dijî biryara darvekirina Pexşan Ezîzî û Werîşa Muradî nerazîbûn nîşan da.

Navenda Nûçeyan- Rêjîma Îranê biryarên darvekirina çalakvan û girtiyên di girtîgehan de, didomîne. Herî dawî biryara darvekirinê li Pexşan Ezîzî û Werîşa Muradî birî. Nerazîbûnên li hember van biryaran jî her diçe zêdetir dibin.

Çalakvana mafê jinan a Îran-Elmanyayê Nahêd Teqwî ji hêla rêjîma Îranê ve 4 sal di zîndanê de hatibû hiştin. Nahêd piştî ku azad bû, li Almanyayê bi keça xwe Meriyam Kilarîn re bi rakirina wêneyên Pexşan Ezîzî û Werîşê Muradî nerazîbûna xwe ya li dijî biryara darvekirinê nîşan da.

Nahêd Teqwî ku 70 salî ye, di 15’ê Cotmeha 2020’an de ji hêla rêjîma Îranê ve piştî serdegirtina mala wê ya li Tehranê hatibû girtin. Hêzen ewlehiya Îranê piştî ku vîze û hin tiştên din ên bi wê re bûn kontrol kirin, ew dîl girtin. Piştre ew birin hucreya yekkesî ya li beşên ewlehiyê yên girtîgehên Îranê. Piştre ew birin zîndana Evînê. Rêxistina Efûya Navnetewî çend roj beriya niha ragihand ku Nahêd Teqwî piştî dîlgirtina 1500 rojan a bi hinceta ku pêşengtiyê ji hin komên ne hiqûqî re dike hatibû girtin, hatiye azadkirin.