Ji çalakvan Kajal Nasrî agahî nay girtin
çalakvan Kajal Nasrî ku li parêzgeha Sine ya Îranê dijî, ji 12’ê Kanûnê ve hatiye girtin û tû agahî li ser nehatiye girtin.
Navenda Nûçeyan- Di 12'ê Kanûnê de çalakvan Kajal Nasrî ku li gundê Tangîsar ê herêma Sine ya Îranê dijî, di encama serdegirtina mala wê ji aliyê îstixbarata Îranê ve hat binçavkirin, Hate tomarkirin ku ji roja hatiye binçavkirinê ve heta niha tu agahî jê nehatiye girtin.
Têkildarî tawanên li dijî çalakvanê sivîl kajal Nasirî tu agahiyên zelal nehatine bidestxistin. Her wiha ev ne cara yekê ye ku hêzên îstixbarata Îranê çalakvana sivîl kajal Nasirî binçav dikin. her wiha hate ragihandin ku ji bilî Kajal Nasrî ya 26 salî, tu agahî ji Ferheng Eywazî ya ku hatiye desteserkirin nîne û tevî hemû hewldanên malbatên her du aktîvîstan jî, der barê ku birine ku derê de agahî nedanê malbat û parêzeran.