Ji bo zarokan kampanyaya hişyarkirinê

Rêvebera Ofîsa Parastina Zarokan a Desteya Jin a Kantona Cizîrê Newal El-Mizyed, behsa kamanyaya ji bo hişyariya zarokan a di bin dirûşma "Vejandin, parastin, pêşketin û hişmendî ji bo zarokatiyeke saxlem" kir.

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo – Ofîsa Parastina Zarokan a Desteya Jin a Kantona Cizîrê, kampanyaya hişyariyê ji bo zarokan di 22'ê Tebaxê de da destpêkirin û dê sê mehan berdewam bike. Rêvebera Ofîsa Parastina Zarokan a Desteya Jin a Kantona Cizîrê Newal El-Mizyed, behsa kamanyaya hişyariya zarokan a di bin dirûşma "Vejandin, parastin, pêşketin û hişmendî ji bo zarokatiyeke saxlem" kir.

Kampanyayê di 22'yê Tebaxê de dest pê kir

Newal El-Mizyed behsa destpêka kampanyayê kir û armaca wan a bi kampanyayê wiha vegot:  “Kampanyaya hişyariyê ya ku di 22'yê Tebaxê de dest pê kiribû, di bin dirûşma “Vejandin, parastin, pêşketin û hişmendî ji bo zarokatiyeke saxlem" de li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome. Kampanya ji bo hişyarkirina zarokên di temenê biçûk de ye. Çalakiyên ku em dikin ji bo zarokan danasîna mafên wan û zagonên ku parastina zarokan dikin e. Ji ber ku ji mafên zarokan  jiyana xwe bi aramî bijîn, bixwînin zana bibin. Kampanya dê sê mehan berdewam bike."

'Armanca me ya bingehîn ew e ku zarok kêfxweş bibin'

Newal El-Mizyed bal kişand ser kampanyaya ku zarokên malbatên şehîdan, navenda pêşketinê û baxçeyên zarokan ên girêdayê Desteya Jin hedef digre û wiha berdewam kir: "Me di vê kampanyayê de zarokên malbatên şehîdan, Navenda Pêşketinê, baxçeyên girêdayî Desteya Jin a kantona Cizîrê û zarokên astengdar hedef girt. Di dema niha de me kiriye rojeva xwe ku zarokên nexweşiya penceşêrê ji tevli kampanyayê bikin û çalakiyên curbecur ji wan re li dar bixin. Çalakiyên ku me li dar xistine ên navenda pêşketina zarokan, zarokên malbatên lehîdan û Rêxistina Beyan a zarokên sêwî ne. Çalakiyên ku em li dar dixin pir bi serkeftî derbas dibin zarok kêfxweş dibin û armanca me ya bingehîn ew e ku zarok kêfxweş bibin."

'Divê zarok di rewşeke saxlem de bijîn'

Newal El-Mizyed diyar kir ku bi çend navendan re koordîne dikin ku semînerên hişyarî û paqijiyê bidin zarokan û wiha bi dawî kir: "Di dema niha de, em koordîneyê bi Desteya Perwerde û Fêrkirinê re dikin ji bo ku em semînerên hişyariyê zêde bikin. Em li ser hezkirina dibistanê disekinin her wiha bi Desteya Tendirustiyê re semînerên li ser baqijiyê didin zarokan ku çawa xwe ji qirêjiyê biparêzin. Çalakiyên li pêş festîvala li bajarên Qamişlo û Hesekê ne û wê ji zarokên astendar re jî çalakî werin lidarxistin. Di her çalakiyê de jî diyarî tên belakirin ji zarokan re û pêdiviyên dibistanan em didin wan. Niha 17 baxçeyên zarokan hene û 7 navendên pêşketinê yên zarokan. Zarok her dem di rewşeke şer de ne û zarokatiya xwe najîn ji ber vê yekê em dixwazin di nava jiyana bi aram û zarokatiyeke saxlem de bijîn."