Ji bo xwendekarên jin ên li gundan 'Mala Xwendekarê'

Li Marakêşa Mexribê ji bo ku jinên li gundan dijîn xwendina xwe bidomînin, 'Mala Xwendekarê' hatiye avakirin. Li vir xizmetên mîna cîh, xwarin, perwerdeya civakî û derûnî tên pêşkeşkirin.

RECAA XEYRAT

Mexrib – Li herêma Hewz a nêzî Marakeşa li Mexribê ji bo xwendekarên jin ên li gundan dimînin, 'Mala Xwendekarê' hatiye avakirin. Li ‘Mala Xwendekarê’ a di sala 2003’yan de ava bûye,  ji bo ku jin xwendina xwe berdewam bikin, xizmeta pêdiviyên civakî tê dayîn. Heta niha  alîkariya bi dehan xwendekarên jin hatiye kirin. Bi saya saziyê, hejmara jinên ku dev ji dibistanê berdane bi rengekî mezin kêm bûye.

‘Mala Xwendekar salê nêzî 100 xwendekarên jin pêşwazî dike’

Rêveberiya 'Mala Xwendekarê' Fatma Foqcedî destnîşan kir ku gelek jinên ciwan li gund û bajarên dûr di dewamkirina dibistanê de zehmetiyan dikşînin û wiha got: “Ji ber ku dibistan ji mal û gundên wan dûr in, her wiha zehmetiya veguhestinê jî heye. Saziya 'Mala Xwendekarê' hemû xwendekaran hembêz dike da ku xwendina xwe di rewşên guncaw de berdewam bikin. Ji wan re cihê mayînê û xwarin tê peydakirin. Her wiha em piştgiriya perwerdeya civakî û derûnî ji wan re pêşkêş dikin. Her wiha hemû xizmetên sereke yên ji wan re pêwîst in, tên pêşkêşkirin. Sazî salê di navbera 70-100 de xwendekarên jin, ên ku ji gelek gundên li herêmê tên pêşwazî dike. Piraniya bavan ji vê gavê dudilî ne, lê belê çawa berê xwe didin me, rewşa mayînê guncaw dibînin û navê zarokên xwe bê tirs tomar dikin."

Tenê xeyalek min heye ew jî xwendin e’

Xwendekar Hîba Muntesir ya ji derdora Merakişê ye,  ji bo ku xwendina xwe temam bike berê xwe daye Mala Xwendekarê. Hîba da zanîn ku li gundê wê dibistanên xwendina navîn û amadehî tunene û wiha got: “Ji ber temenê min biçûk e ez nikarim rojane bikevim wesayîtan. Ji ber gihîştina dibistana herî nêz, demjimêrekê yan jî zêdetir e. Mala Xwendekarê tune bûya jî min ê xwendina xwe berdewam bikira. Ji ber ku tenê xeyalek min heye ew jî xwendin e. Xortên li gundê me ji dibistanê qut nabin, heta malên perwerdê tunebin jî. Ji ber ku ew dikarin di awayên veguhestinê de rojane biçin û werin. Keç  ji ber edatên kevnare nikarin vê yekê bikin.”

‘Berpirsên vê malê hestê ewlehiyê didin me’

Xwendekar Aya Ehram jî got ku bi saya Mala Xwendekarê wê jî xwendina xwe temam kiriye. Aya da zanîn ku li gundê wê dibistan tunene û riya heta dibistanên li gundên din zehmet e. Aya wiha got: “Destpêkê bavê min di tomarkirina navê min de dudilî bû, heta ku bi xwe serdana malê kir û li rewşa wê nihêrt. Dema ji ewlehî û aramiya wê û rewşa wê ya baş bawer bû, derfet da min ku ez xwendina xwe berdewam bikim. Xeyala min ew e ku di demên pêş de bibim polîs. Eger ne ji Mala Xwendekarê bûya wê rewşa min mîna rewşa zarokên keç ên  li gundê me bûya.”

Xwendekar Hind Efdiwak ji herêma Hewz jî diyar kir ku destpêkê çûyîna Mala Xwendekarê zêde bi dilê wê nebûye û got: “Di destpêkê de ez ne zêde bi şewq bûm ku berê xwe bidim Mala Xwendekarê. Ji ber ku ez ji atmosferê ditirsiyam. Lê belê ez bi demê nehesiyam ku 3 sal derbas bûn û ez xwendina xwe berdewam dikim. Berpirsên vê malê hesta ewlehiyê didin me. Heta ku bawernameya amadehî bidest nexim û xeyala xwe ya ez bibim endezyar pêk neynim, ji vir naçim.”

Civak nahêle di wesayîtên giştî de herin û werin

Xwendekar Sara El Fehîm a ji derdora Merakiş a herêma Hewz e destnîşan kir ku rewşa civakî nahêle ew di wesayîtên veguhestinê yên giştî de here û were. Sara da zanîn ku li Mala Xwendekarê derfeta temamkirina xwendinê heye, ji ber ku xizmetan pêşkêş dike. Sara wiha got: “Vê yekê hişt ku ez hest bikim di nav mala xwe de û bi malbata xwe re me. Ez hêvî dikim bibim hemşîre û hezkirina min ji şanoyê re ji biçûktiya min de, hiştiye ez bixwazim li peymangeheke bilind bikim heta ez bibim lîstikvanek şanoyê.”

Hacer Efdewak a li derdora Orîka ya girêdayî herêma Hewz e jî balkişand ser girîngiya xwendinê û wiha got: “Gelek jinên ciwan ên li gundên me, nizanin ku Mala Xwendekar heye. Yek ji wan jî, xwişka min a ku xwendina xwe berdewam nekir û di temenek biçûk de zewicî û niha zarokek wê jî heye. Xeyalên xwe temam nekir. Xewna wê ew bû bibe bijîşk û ji stranbêjiyê jî hez dike."