Ji bo xwe biparêzin mafê xwe yê meşrû bi kar tînin
Parêzera Femînîst Merîç Eyûboglû da xuyakirin, ku jin ji bo li hemberî şîdeta sîstematîk li ber xwe bidin, xweparastina xwe bi kar tînin û li gel vê yekê jî xalên 25 û 27’emîn ên TCK'ê bi kar tînin û got, "Ji ber ku şîdeta sîstematîk li wan tê kirin, ji ber ku ji deriyên lê didin encamê nagirin, ne ji ber ku dixwazin, lê belê ji ber divê jiyana xwe biparezin , serî li xweparastinê didin."
Stembol- Di xala 25’emîn a biryara Dadgeha Ceza ya Tirk de, rewşa xweparastin û rewşa mecburî bi awayekî pir zelal tê diyarkirin. Ji ber ku ev xal temînat dide ku parastina rewa perçeyek ku nayê înkarkirinê ya xweparastinê ye. Tevî vê yekê jî, mixabin xala 25’emîn Biryara Dadgeha Ceza ya Tirk, di çarçoveya parastina rewa de jinên ku li dijî tundiya mêr derdikevin û jiyana xwe diparêzin tê bikaranîn. Bi awayekî peyam tê dayîn ku divê jin li dijî şîdeta li hemberî zarokan an jî li hemberî xwe bê şert û merc serî bitewîne. Jinên ku mafên xwe yên parastina rewa bi kar tînin di girtîgehan de girtî ne û neçar in bedêlên herî giran bidin. Melek Îpek, li dijî hevjînê xwe Ramazan Îpek ê li hemberê wê şîdetê dikir, mafê xwe yê parastina rewa bi kar anî, bu sedem ku ev nîqaş careke din werin rojevê. Me ji parêzera Femînîst Merîç Eyûboglû pirsa çima mafên parastina cewherî ya jinan bi sîstematîk ji nedîtinê ve tên, nêzîkahiyên dadgeran û pirsgirêkên di dozên berdewam dikin, kir.
Mafê xweparastinê yê jinan, van rojan bi mijara Melek Îpek re ji nû vê ket rojevê.
Em dizanin ku di salên berê de gelek caran hûn bi dozên bi vî rengî re eleqedar bûne.
Di vê çarçoveyê de; ji kerema xwe re hûn dikarin ji me re bibêjin ka di kîjan rewşan de bi gelemperî xala 25’emîn biryara Dadgeha Tirk tê bikaranîn?
Xala 25’emîn xaleke bêzayendî ye. Ya rast jî bêyî ku diyarkirinek taybet bike; wekî nebe jin, mêr, Lgbt+ xaleke gelemperî ye. Sînor nîn e ku kîjan sûcan de bê bikaranîn. Ji bo her cure rewşan rêbazek giştî tê bikaranîn. Ji bo ku xala 25’emîn were bersivandin divê êrîşek neheq bi xwe yan ji kesek din hebe. Divê ev êrîş qewimîbe û were dubarekirin.
Hebûna vê zagonê di warê parastina jinan de li gorî we tê çi wateyê?
Em jin her dem rastî şîdetê tên. Ji ber wê mixabin em xwedî tecrubeyan in. Dema ku em li dijî şîdetê bersivê didin, li gorî asta ku zagon diyar dike, wisa di jiyana rojane de tişteke ku mirov ji hev veqetîne nîn e. Wekî bûyera Melek Îpek, di rewşeke ku tu di nava şîdeta sîstematîk de bî, bi çalakiyek derfetek bibînî xwe biparêzî, tu nikarî wê astê bifikirî û hesab bikî. Xala 27’an jî di rewşeke ku qestê derbas kiribe de li heyecan, fikar û tirsê dinêre. Ger di bin van mercan de qewimîbe, li asta wê dinêre û biryar dide ku cihê cezadayînê tune ye. Doza Yasemîn Çakal ku wekî Kolektîfa Femînîst a Stenbolê me dişopand, ji bo vê yekê dozeke mînak e. Xalên em behs dikin cara yekem li wir hatin pêkanîn. Yasemîn ji 3 salan zêdetir di girtîgehê de ma lê di encama darizandinê de, dadgehê xala 27’emîn pêk anî. Biryar da ku ji ber xof heyecan û tirsa bûyerê ev sînor derbas bûye û biryara bêcezabûnê da. Ev her du xal jî ji bo me pir hêja ne. Kîjan xal dibe, bila bibe, bes bila di lehiya jinan de be ya girîng ew e.
Li gorî we dadger ji bo pêkanîna Xala 25’emîn a TCK’ê, bi giştî xwedî kîjan nêzîkahî ne?
Ger mijar dozên jinan bin, eynî wekî cînayetên li dijî jinan, ji bo mêrên kujer bi tehrîka neheq û halê baş, gelek ceza dadixîne. Wekî di mînaka Nevîn Yildirim de me dît dema ku mijar jin bin, em dibînin ku kêmkirina ceza di lehiya jinan de çênabe. Me li ser navê kolektîfa femînîst a parêzeran, dozên Nevîn Yildirim, Çîlem Dogan, Yasemîn Çakal, Hulya Halaçkay û herî dawî jî ya Melek Îpek şopandin. Di van dozan hemûyan de jî ya me dît şîdeta mêr a sîstematîk bû. Ji derveyî Nevînê yên din rastî şîdeta hevjînên xwe hatibûn. Nevîn li warê lê dijiya rastî êrîşa zayendî ya mêrê ku li wê derê herî bi hêz bû hatibû.
Jinên ku rastî vê şîdetê tên di wê pêvajoyê de bi giştî çi dikin?
Jinên rastî vê şîdetê tên li gelek deriyan didin, diçin ba malbatên xwe, yên hinekan malbatên wan tune ne. Serî li saziyên dewletê didin, diçin stargehan lê yeka wekî Yasemîn ji aliyê mêrê ku jê reviyaye ve tê dîtin. Ji bo Hulyayê biryarên parastinê hene. Mêr, biryaran binpê dike, diçe malê lê qereqol tevî ku dizane jî tiştek nake. Jinên em behsa wan dikin dijîn, tên darizandin. Ên tên darizandin biguherin jî çîrok naguhere. Em ji dosyayan dizanin ku ev jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin. Ji ber xwarina bi xwê, ji bo hevberdanê xwest, an jî tayt li xwe kir. Bi van hincetan jin tên kuştin lê rewşa jinên ku mêran kuştine her kesê aciz dike. Ji ber ku her dem rastî şîdetê hatine, encam ji serlêdanan negirtine, ne ji bo ku dilê wan xwestiye, ji bo jiyana xwe biparêzin, mafê xwe yê meşrû bi kar anîne.
Gelek dozên jinan nîşan didin ku ji ber ew rastî êrîşa hevjîn an jî xizmên xwe hatine neçar mane xwe biparêzin û bersivê bidin. Ji van dozan di demên dawiyê de pirsgirêkên çawa derdikevin?
Em baş dizanin dibe ku em jî rojek bikevin cihê van jinên em behsa wan dikin. Tu jin bî bes e ji bo vê yekê. Ji ber wê em xwedî li van dozan derdikevin, hewl didin piştgiriyê bidin. Di hemû van dozên me behsa wan kir de em bi hev re bûn heta niha. Niha pirsgirêkek wiha jî heye. Mêrên parêzer, ji ber ku ev bûyer populer bûne hewl didin derkevin pêş. Hevalê ku bi doza Pinar Gultekîn re têkildar dibû, got ku ew vê yekê wekî xebateke civakî dibîne û dike. Jiyana wan a civakî di easê de jiyana me ya di xeterê de ye. Em rasterast şîdetî dibînin, jiyana me ne xebateke civakî ye! Di van rewşan de ger sûcdar mêr be, refleksa dîtina parêzerek mêr naguhere. Yek jî em neçar dimînin bi van parêzeran re têbikoşin. Dozên bi vî rengî pir zêde ne. Reqabetek wiha bêwate û ecêb heye. Ez dixwazim ji wan re bibêjim ku bila ji peş çavên me biçin. Ez bang li kesên ku di van dozan de bi parêzerên mêr re li hev kirine dikim. Bila têkiliyek li ser nehatina komên jinan çênebe. Em jixwe hûn hebin jî tune bin jî bi van jinan re ne, piştgiriyê didin wan lewre em dizanin ku dibe rojek em jî di cihê wan de bin