Ji bo windayan qurnefîlan danîn Qada Galatasarayê

Dayikên Şemiyê, di hefteya 971'emîn a çalakiya xwe de tevî hemû astengiyan jî ber bi Galatasarayê ve meşiyan. Masîde Ocak li ser navê girseya ku hat dorpêçkirin, qurnefîlan danî Qada Galatasarayê.

Stenbol- Dayikên/Mirovên Şemiyê careke din aqûbeta mirovên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin pirsîn. Dayikên Şemiyê di hefteya 971’emîn a çalakiya xwe de, dev ji Qada Galatasarayê bernedan.

Ji Dayikên Şemiyê yên ku tevî hemû astengiyan jî çalakiya xwe li dar xistin, tevî biryara “binpêkirinê” ya Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) vê hefteyê jî bi hinceta 'qedexe' hatin astengkirin. Dayikên Şemiyê bi qurnefîlên sor ên di destên xwe de ji Kolana Îstîklalê ber bi Qada Galatasarayê ve meşiyan. Girseya ku hat xwestin ji aliyê polîsan ve were astengkirin, hat dorpêçkirin. Her wiha kişandina dîmen a rojnamevanan jî hat astengkirin. Dayikên Şemiyê yên ku bi deqeyan di dorpêçê de hatin hiştin, yek bi yek ji dorpêçê hatin derxistin.

Qurnefîlan danî qadê

Ji Dayikên Şemiyê Masîde Ocak ku bi polîsan re hevdîtin kir, li ser navê girseyê qurnefîlan danî Qada Galatasarayê.