Ji bo Werîşa Mûradî ya ji aliyê îstîxbarata Îranê ve hatiye revandin çalakî

Jinan bi daxwaza azadiya endama KJAR’ê Werîşe Mûradî li Stockholm û Brukselê çalakî li dar xistin.

Navenda Nûçeyan - Ji bo azadiya endama Komela Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî ku di 1’ê Tebaxê de li bajarê Sine yê Îranê ji aliyê îstixbarata Îranê ve hat revandin û îşkencekirin, di 20’ê Cotmehê de li paytexta Swêdê Stockholmê û paytexta Belçîkayê Brukselê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de wêneyên Werîşe Mûradî hatin hilgirtin, li dijî polîtîkayên zextê yên dewleta Îranê yên li hemberî gel dirûşm hatin berzkirin.

Her wiha di çalakiyan de bang li Raporterê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê li Îranê û saziyên navneteweyî yên mafên mirovan hat kirin û ji wan hat xwestin ku berpirsyariya xwe ya ji bo azadkirina Werîşe Mûradî bi cih bînin.