Ji bo wekheviya mûçeyê pêwîstî bi 65 salên din heye

Yekitiya Ewrupa hesab kir ku ji bo wekheviya mûçeya navbera jin û mêr pêk were, dê bibe sala 2086’an.

Navenda Nûçeyan – Pirsgirêka ne wekheviya muçeyê ya di nava jin û meran de pirsgirêka hemû cîhanê ye. Li gora texmînên televizyona aboriyê Bloomberg derbarê mijara wekheviya bacê de ger pêşketin divê lezê de berdewam bike, li ABD jin û mêr encax piştî 65 salan wê ji bo heman karî heman mûçeyê bistîne. Ev jî tê wê wateyê ku keçek nu di sala 2023’an de ji dayîk bibe, heta ku teqawî dibe wê bi meran re di şertên wekheviya bacan de wekhev bin.

Cûdahiya di navbera bacan de li gora welat bi awayek yeksan nayê parve kirin. Li Luksemburgê di sala 2021’an de rêjeya mûçeya jinan ji ya meran ji sedan 0.2 derbas kiriye, li Belçîka ev ferqe ji sedan 5’e. Li Kibrisê dibin ji sedan 10 de ye. Li Norveç, Danîmarka û Portekîz ji di nav de li gelek welatan cudahiya di navberê de zêde bûye. Dane didin nişandan ku li gora hinek cihan demê wekheviyê wê ji 65 salan hîn zêdetir bibe.

Yekitiya Ewrupa wê qûralên şefaftiya bacê ya nû bixe dengdanê. Wê bi quralên nu re di derbarê yên kar dide û cûdahiya bacê û li gora zayendan parvekirina wê weke bi zorê were weşandin.