Ji bo vegerin ser axa xwe li berxwe didin

Jinên ji Efrînê yên li kampên kantona Şehbayê dijîn biryardariya xwe ya berxwedan û têkoşîna li dijî polîtîkayên dagirkeriyê dubare kirin. Jinan bertek nîşanî êrişên dewleta Tirk dan û gotin: "Em ê Efrînê rizgar bikin."

 RÛBARÎN BEKIR

Şehba – Şêniyên Efrînê yên ku piştî dagirkirina Efrînê li kampên Şehbayê bi cih bûne, tevî şert û mercên dijwar jî berxwedana xwe didomînin. Şêniyên Efrînê yên ku 7 sal in li herêma Efrîn-Şehba dijîn, di wê baweriyê de ne ku dê vegerin ser axa xwe.

Ji sala 2018’an ve ango ji dema ji aliyê dewleta Tirk ve dagirkirina Efrînê bi hezaran xelkên Efrînê di 5 kampên li kantona Efrîn-Şehbayê de dijîn. Li kampa Serdem 992 kon hene di wan de 992 malbat hene. Li kampa Berxwedan 765 kon hene di wan de 750 malbat dijîn. Li kampa Efrîn 133 kon hene di wan de 124 malbat hene. Li kampa Vegerê jî 174 kon hene di wan de 142 malbat hene. Li kampa Şehbayê jî 90 kon hene di wan de 90 malbat dijîn.

Derbarê rewşa koçberan û berxwedana wan di kampên Efrîn Şehbayê de Henîfa Mihemed ji koçberên li kampa Serdem e axivî û wiha got: "Ev 7 sal in em di kampên koçberiyê de jiyan dikin. Di van salan de me hemû awayên zehmetî û astengiyan derbas kirine. Me çawa salên beriya niha serma derbas kir em ê îsal jî derbas bikin. Êş û azar dê îradeya me neşkînin û dê me dûrî armancên me nexe. Dilê me hîna ji Efrîna rengîn re lê dide."

Ji kampa Berxwedan jî Koçbera bi navê Selwa Betal bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî kir û wiha got: "Em bi hêvî ne li rewşa me binêrin û dewleta Tirk li ser kiryarên wî yên ne mirovî muhasebe bikin. Bi sedema dewleta Tirk a dagirker û rêxistinên mirovî em di vî halî de ne. Kiryarên li dijî me tên kirin bi erêkirina wan e ji ber wê divê ji bêdengiya xwe derkevin û dewleta Tirk a dagirker ji xaka me derxin."

‘Me riya berxwedanê hilbijart’

Koçber Fatma Osman jî li kampa Vegerê dimîne got: "Ev çend salên koçberiyê me û em sermaya zivistanê û germahiya hevînê tehmul dikin. Ev hemû ji ber me riya berxwedanê li hember siyasetên dewleta Tirk a dagirker hilbijartiye. Berxwedana me li Şehbayê dê hemû planên dijminên me têk bibe û dê vegereke bi ewle ji me re garantî bike. Bi hatina vê zivistanê re jî weke salên beriya wê em ê li ber xwe bidin ji bo em ji herkesî re isbat bikin ku îradeya me xurt e û dê her xurt bimîne."

‘Li dijî dorpêça Şamê berxwedana me wê bidome’

Ji aliyê xwe ve Dilîvan Mihemed Îbiş ji kampa Vegerê got: "Azarên me di kampan de her sal zêdetir dibin. Bi taybet di demsala zivistanê de nexweşî li kampan gelekî zêde dibin ji ber rewşên jiyanî û tenduristî gelekî zehmet in. Li aliyê din jî hikûmeta Şamê me dorpêç dike ji ber sotemenî peyda nabe. Em hemû cureyên azaran tehmul dikin tenê ji bo em Efrîna xwe azad bikin. Me berê xwe da Şehbayê ji bo em ji Efrîna xwe nêzîk bin. Em ê bi berxwedana xwe hemû planên dewleta Tirk a dagirker têk bibin. Ne êrişên dewleta Tirk û ne dorpêça hikûmeta Şamê dê riya me ya berxwedanê têk nebin. Erê bedena me li Şehba ye lê dilê me li Efrînê lêdide."

Ji kampa Şehbayê jî Îman Hesen Şihade ji jinên gundê Til Deman ya girêdayî bajarê Helebê ye got: "Kampa Şehbayê ji kampên herî zêde ne di azaran re derbas dibe ji ber ev kamp nêzî gundên rojane bombebaran dibin e. Her cara êriş çêdibin welatiyên vê kampê birîndar dibin. Di vê kampê de herdû pêkhateyên Kurd û Ereb hene li kêlek hev disekinin û ti ferq û cudahî tune ye. Em bi hev re azaran dikşînin. Armanca dewleta Tirk a dagirker û dewletên din ew e ku vê hevgirtina civakî jihev bixin lê belê em herdem isbat dikin ku em ê bi hev re li hember planan li ber xwe bidin."

‘Em ê bi israra xwe Efrînê azad bikin’

Derbarê rewşa jiyanî li Efrînê beriya were dagirkirin Îman Hesen Şihade got: "Bajarê Efrînê bi ewlehî û aramiya xwe di navbera hemû pêkhateyan de dihat naskirin. Gelê wê deriyê xwe ji her kesê ji şeran azaran kişandine re vekir. Kar li Efrînê pir bû ji ber bajareke bi xêr û bêra xwe dihat naskirin bû ji ber wê em li Şehbayê man ji bo em ji bo azadkirina Efrîn li ber xwe bidin. Dema ez li Efrîn bûm ez hîn zêdetir pêve hatim girêdan û min hîn zêde jê hez kir. Bi rastî Efrîn hêja ye em navê bajarê ‘aştiyê û zeytûnan’ lê bikin. Lê belê dewleta Tirk a dagirker niha kar li ser rûxandina Efrînê û guhertina demografya wê dike lê em ê bi israra xwe Efrînê azad bikin."

Xanim Qenber jî ji jinên kampa Efrîn e got: "Dewleta Tirk a dagirker bû sedema koçberiya me û niha hewil dide me ji Şehbayê jî koçber bike ji ber wê bi rengekî dewam me hedef digre û topbaran dike. Jiyan di kampan de zehmet e em gelek azaran dikşînin lê belê em xwediyê maf in û em ê li ber xwe bidin ji bo em mafê xwe bidest bicxin."