‘Ji bo vegera Efrînek azad berxwedan didome’

Şêrîn Hesen a bû şahida êrişên dagirkeriyê yê dewleta Tirk yê li ser Efrînê û di Berxwedana Serdemê de cih girt bal kişand rola jinan a di berxwedanê de, destnîşan kir ku ew ji bo vegera Efrînek azad berxwedana xwe didomînin.

HESNA MIHEMED

Şehba – Di 20'ê Çileya 2018'an de li herêma Efrînê li dijî êrîşên dewleta Tirk, gel 58 rojan berxwedana xwe domand. Di van rojên berxwedanê de reng, rol û misyona jinan li hemberî van êrîşan li seranserê cîhanê deng veda. Li dijî êrişên dagirkeriyê yê dewleta Tirk jinên Efrînî bi îsrar û biryar li kolan û qadan bûn. Her wiha ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê gelek şandeyan weke mertalên zindî berê xwe dan Efrînê û êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin.

Şêrîn Hesen a bû şahida êrişên dagirkeriyê yê dewleta Tirk yê li ser Efrînê û di Berxwedana Serdemê de cih girt bal kişand rola jinan a di berxwedanê de. Şêrîn Hesen a dibêje “Berxwedana Serdemê bi rengê jinan hat xemilandin” destnîşan kir ku ew ji bo vegera Efrînek azad a bê dagirkerî berxwedana xwe didomînin.

'Efrîn mozaîka gelan bû’

Şêrîn Hesen di destpêka axaftina xwe de wiha êrişên dewleta Tirk yê li ser Efrînê û dagirkirina wê kir: "Dewleta Tirk a dagirker gelek caran bi rêya daxuyaniyên xwe gef li Efrîn dixist ku êrîş bike û di 20'ê Çileya 2018'an de gefên xwe li ser Efrînê pêk anî. Bi 72 balafirên xwe dest bi êrîşan kir. Bajarê Efrînê bi mozaîka gelan de gelek dewlemend bû û wek bajarê jinan dihat nasîn ji ber vê ji aliyê dewleta Tirk hat hedef girtin. Li Efrînê rol û rengê jinê li pêş bû, bi pêşengiya wê xwesertiya Efrînê hat ragihandin. Piştî sîstema Rêveberiya Xweser li Efrînê hat rûniştandin ji komîn, heya meclisan jin roleke mezin û girîng dilîst her wiha civaka xwe bi rêxistin dikir. Ev jî îsbat kir ji cîhanê ku Efrîn bajarê jinan e."

'Berxwedana Serdemê bi rengê jinan hat xemilandin'

Şêrîn di nava gotinên xwe de behsa berxwedana gelê Efrînê û jinan kir û wiha pêl da gotinên xwe: "Li dijî êrîşên dagirkeriyê li Efrînê Berxwedana Serdemê deng veda, ev berxwedanî bi pêşengiya jinan li seranserê cîhanê belav bû. 58 roj ji berxwedanî, qehremanî, tekoşîn û fedakarî li Efrînê hat meşandin. Di Berxwedana Serdemê de rengê jinan balkêş bû. Bi awayekî sîstematîk em di nava kar û xebatan de bûn û me erkên xwe yên parastina gelê xwe pêk anî. Di Berxwedana Serdemê de komîteyên berpirsyar hatin avakirin û her komîteyek bi xebatên xwe radibû. Li hemberî êrîşên dijwar ku dihatin gel bi coşek mezin berê xwe didan kolanan û çalakiyên nerazîbûnê li dar dixistin. Meşên girseyî li Efrînê dihatin meşandin û ev çalakî jî bi pêşengiya jinên Efrînî dihat lidarxistin. Li seranserî navçeyên Efrînê gel li dijî êrîşan diherikîn qadan û tu carî tirsê nas nedikirin."

'Gel li dijî êrîşan bûn mertalên zindî'

Şêrîn Hesen wiha bal kişand ser berxwedana Efrînê û destnîşan kir ku bi dirûşma ku ‘Efrîn a Efrîniyan e’ gel weke mertalên zindî berê xwe didan cihên ku şer lê diqewime û çalakiyên xwe li dar dixistin û wiha pê de çû: " Efrîniyan teqez kir ku heya nuqteyek xwîn di canê wan de heye wê berxwedana xwe bidomînin. Bi vê helwestê 58 roj bênavber berxwedan dihat meşandin. Ji ber ku Berxwedana Serdemê li cîhanê deng vedanek ava kir. Gel ji seranserê herêmên Rojava û ji derveyî welat berê xwe dan Efrînê. Şandeyên ku dihatin jî bi coş dihatin pêşwazîkirin. Moral ji berxwedana Efrînê digirtin. Di heman demê de şande jî weke mertalên zindî bi gel re berê xwe didan navçeyên ku şer lê dijwar e û hêz ji şervanên xwe digirtin."

'8'ê Adarê bi rengê jinan hat pîrozkirin'

Şêrîn Hesen di dirêjahiya gotinên xwe de diyar kir ku di nava şer û êrîşan de 8'ê Adarê hat pîrozkirin û ev tişt vegot: "Di nava şandeyên ku dihatin taybet ên jin hebûn ew jî ji başûrê Kurdistan, Filistîn û Lubnanê bûn. Jinên ku berê xwe dan Efrînê 8'ê Adarê bi jinên Efrînê re di Berxwedana Serdemê de pîroz kirin. Di vir de yekbûna gelan û bi taybetî ya jinan li hemberî êrîşan derket pêş. Di wir de jinan diyar kir ku tu kes nikare vîna jinan bişkîne û wê li hemberî hêzên dewletan jî berxwedana xwe bidomînin. Li Efrînê dayik û zarok bi hev re axa xwe diparastin ev jî ruhê welatparêziyê temsîl dike."

'Jin li dijî êrîşan di nava çalakiyan de bûn'

Şêrîn Hesen di berdewamiya gotinên xwe de diyar kir ku jin li dijî êrîş û topbaranan di nava çalakiyan de bûn û wiha anî ziman: “Rûxmê hemû şert û mercên şer jin meşek girseyî li bajarê Efrînê li dar xistin. Dewleta Tirk wê demê nêzî cihê meşê topbaran kir, xwest bi vê êrîşî tirsê bixe dilê jinan û dev ji çalakiyên xwe berdin. Lê ev meş ranewestî û bi coşek mezin berdewam kir û jinan peyamên xwe dan ku tu carî dev ji berxwedana xwe bernadin. Ango jinan gotin an mirin an jî jiyana bi azad bijîn. Di berxwedana Efrînê de rastiya gelê şoreşgerî derket pêş. Ji ber dijwarbûna şer gelê gundan berê xwe dan bajarê Efrînê û li wir bi cih bûn."

‘Berxwedana me didome'

Şêrîn Hesen di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker gelek komkujî pêk anî. Di rojên dawî yên Berxwedana Serdemê de şer li navenda bajêr dijwartir bû. Ji bo ku rewşa Helebçeyê li Efrînê dubare nebe em neçar man ji Efrînê derkevin û li kantona Şehbayê bi cih bûn. Derketina me ne tê wateya ku me dev ji Efrînê berdaye, mayîna me li Şehbayê misogeriya vegera Efrînê nîşan dide."