Ji bo tevli merasîma cenazeyê bavê xwe bibe ji malbata wê pere hat xwestin

Ji bo Jiyan Ateş a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ya Enqereyê tê girtin û 5 car in înfaza wê te şewitandin, tevlî merasîma cenazeyê bavê xwe bibe, ji malbata wê re hat gotin ku divê 20-30 hezar lîre mesrefê bidin.

Navenda Nûçeyan- Jiyan Ateş ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê” hat girtin, zêdetirî 11 sal in di girtîgehê de tê girtin. Hat diyarkirin ku Jiyan Ateş a li Girtîgeha Jinan a Sîncana Enqereyê tê girtin, ji bo tevlî merasîma cenazeyê bavê xwe Mehmet Şah Ateş ê ku duh li Amedê di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da, ji malbata wê ji bo rê pere hatiye xwestin.

Pinar Ateş der barê mijarê de ji JINNEWS'ê re axivî, da zanîn ku ji bo xwişka wê Jiyan tevli merasîma cenazeyê bavê xwe bibe were Amedê serlêdan kiriye lê ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve ji wan re hatiye gotin ku ji bo Jiyan bînin divê nêzî 20-30 hezar TL mesref bidin.

Pinar Ateş, destnîşan kir ku tevî cezayê xwişka wê Jiyan xilas bûye jî bi şewitandina înfaza wê berdana wê hatiye astengkirin û da zanîn ku xwişka wê wiha gotiye: "Înfaza min dawî bû divê ez tehliye bibim, ji bo tevlî merasîma cenazeyê bavê xwe bibim serlêdan nakim divê ez tehliye bibim.”

Li aliyê din, ji bo Mehmet Şah Ateş ê duh li Goristana Yenîkoyê hat definkirin, li Mala Şînê ya Hevedanê şîn hat danîn û sersaxî tê qebûlkirin.

5 caran berdana wê hat taloqkirin

Jiyan Ateş a ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê” 12 sal û 9 meh cezayê girtîgehê hatiye dayîn, 11 sal û 6 meh in girtî ye. Cezayê girtîgehê yê Jiyan Ateş ku niha li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê girtîn, di 27'ê Cotmeha 2021'an de bi dawî bû. Lê Desteya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê, di 6'ê Cotmeha 2023'an de bi hinceta ku Jiyan Ateş "poşman nebûye û nexwestiye derbasê qawîşa serbixwe bibe" berdana Jiyan Ateş cara 5’emîn taloq kir.