Ji bo tesbîtkirina zû ya penceşêrê li Mexribê kampanya hat destpêkirin

Wezareta Tenduristî û Parastina Civakî ya Mexribê di 25'ê Cotmehê de, kampanyayek hişyariya neteweyî li ser girîngiya keşifkirina zû ya penceşêra pêsîrê û malzarokê da destpêkirin.

Mexrib- Kampanyaya neteweyî ya ku ji hêla Wezareta Tenduristî û Parastina Civakî ve hat destpêkirin di bin dirûşma “Keşifkirina zû ji bo parastina jiyana we û aramiya hişê we" anhat destpêkirin. Kampanya dê ji 25'ê Cotmehê heta 25'ê Mijdarê bidome.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ev kampanya bi armanca hişyarkirina girîngiya pêşîlêgirtin û keşifkirina zû ya van her du penceşêran e û bal kişand ser hewldanên Wezareta Tenduristî û Parastina Civakî yên di vî warî de, tevî şert û mercên Pandemiya COVID-19.
Di vê heyamê de wê kampanyayeke ragihandinê di asta neteweyî de were destpêkirin bi armanca perwerdekirina jinên di komên temenên hedef de li ser girîngiya keşifkirina zû ya penceşêra pêsîrê û malzarokê her wiha ji bo hêsankirina gihandina jinan a ji bo xizmetên keşifkirina zû dê komek tedbîr bên girtin.
Li gorî daneyên qeydkirî, penceşêra pêsîrê û malzarokê di rêza yekemîn de ye di nava jinên Mexribê de û zêde belav bûye.