‘Ji bo têkoşîna hevpar pêwîstî bi konfederalîzma jinan a cîhanî heye’

Rêvebera kantona Minbicê Meryem çalakiyên piştî qetilkirina bijîşka li Hindistanê nirxand û diyar kir ku li dijî desthilatdariya mêr pêwîstî bi konfederalîzma jinan heye.

SÎLVA EL ÎBRAHÎM

Minbic – Dirûşma Jin Jiyan Azadî ya ku êdî gerdûnî bûye, li dijî êriş û tundiya li ser jinan li çar aliyên cîhanê tê berzkirin. Piştî qetilkirina bijîşka li Hindistanê, Hindistanî daketin qadan çalakiyan li dar xistin. Di çalakiyan de vekirina pankarta Jin Jiyan Azadî û xeleka li derdora wê balê kişand. Têkildarî êrişên li ser jinan ên li seranserê cîhanê zêde dibin, rêvebera kantona Minbicê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Meryem Reşîd axivî. Meryem Reşîd bal kişand ser êrişên li dijî jinan ên li tevahiya cîhanê zêde bûne, anî ziman ku li dijî van êrişan têkoşîneke hevpar a jinan pêwist e.

Meryem Reşîd behsa xwezaya civakên Hindo Arî kir û got: “Çanda ji beriya hezaran salan ve li Rojhilata Navîn belav bûye û beriya dewlet çêbibin, çanda dayikbûn û xwedawendên dayik e. Hindistan, Afganistan, Îran û Kurdistan bi wê navdar bûn. Jin di van civakan de azad û xwedî îrade û hêz bûn. Li Hindistanê jinan li dijî Berîtaniyan û Moxolan şer kirin. Gelek kesayet û şervanên jin di van şeran de derketin pêş, yek ji wan jî Endêra Gandî ya ku bû serokwezîra Hindistanê. Ev yek îsbat dike çiqas şaristaniya Hindistanê kevin e û jin xwedî roleke bingehîn in di vê dîrokê de ye."

Rewşa li Hindistanê

Meryem Reşîd der barê pêvajoya niha ya Hindistan tê re derbas dibe de jî got: "Hindistan di dema niha de di qonaxa sermayedariyê de ye ew jî bi riya şerê taybet bi pêş dikeve. Wêneyê giştî yê Hindistanê diyar dike ku çiqas di navbera civaka Hindistanî û sîstema sermayedar de nakokî hene. Di demên dawî de dema hikûmetê êrişî xwepêşandanan kir ev yek xuya bû. Hindistan di dema serxwebûn û derketina sosyalîzmê de xwedî îrade û helwestek bû her wiha yekalî bû ji ber hêza wê ya siyasî û aborî xurt bû lê di dema niha de zihniyeta mêrsalar û sermayedar gihîştiye asta herî jor ji ber daxwazên gel tên çewisandin. Ev zihniyet ji ya Îranê ne cuda ye. Herdu alî jî dixwazin jinan bêdeng bikin.

‘Jin êdî nema bêdeng in’

Meryem Reşîd wiha berdewam kir: "Jin pêşengên civakê ne ji ber ew nifşan xwedî dikin û wan birêve dibin. Destdirêjiya li dijî jinan destdirêjiya li dijî civakê ye. Em li vir ne behsa destdirêjiya fizîkî dikin lê belê ya fikrî û îradeyê jî. Mînaka vê yekê biryara darvekirina du çalakvanên jin li Îranê ye. Ev ne rastiyeke li Îran, Afganistan û Kurdistanê tenê çêdibe lê belê hemû dewletên cîhanê ji vê rewşê derbas dibin. Li Ewropayê jî mîna van bûyeran hene lê vedişêrin û azadiya jinan weke teşeyekî sexte radixin ber çavan. Ev binpêkirinên li dijî jinan ne di roja me ya îro tenê de ne, di serdemên tarî de jî mîna di qonaxa dêran de dema jin di bin navê sihir û fêlebaziyan de dihatin qetilkirin û şewitandin di demekê de ku ew jin xwedî helwest, felsefe, fikir û zanist bûn. Jinan bêdengî derbas kiriye û daxwaza mafên xwe bi riya serhildanan dikin."

‘Jin li seranserê cîhanê hevgirtî ne’

Meryem Reşîd, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser hevgirtina navbera jinên cîhanê û got: "Serhildana Hindistanê ya dawî îsbat dike ku jin bi hev dihesin. Jinên li Hindistanê ji serhildana li Rojhilatê Kurdistanê bi bandor bûn û dirûşma “Jin Jiyan Azadî” ku bûye cîhanî niha Li Hindistanê tê berzkirin û beriya demekê li Afganistanê jî serhildanên wiha çêbûn. Di vir de diyar dibe sînorên di navbera dewletan de, gelan ji hev qut nake. Bandora li van erdnîgariyan çêbûye hevgirtina xurt a jinan bi hev re diyar dike."

‘Dive tevgerên jinan hêzeke hevbeş ava bikin’

Meryem Reşîd destnîşan kir ku divê di navbera jinan de hêzeke hevbeş hebe û wiha pê de çû: "Bi riya van serhildanan em hewl didin sînorekî ji pêvajoya tarîtiyê re deynin. Ji ber pêwîstiya wê bi hişyarkirin û rêxistinkirinê heye. Parastin ne tenê hilgirtina çekan e, naskirina xwe û dîrokê ye û divê mirov hişyar û birêxistinkirî be. Jin di tevahî cîhanê de di heman azaran re derbas dibin. Ji ber wê divê em hêzeke hevbeş li dijî sîstema mêrsalar ava bikin. Ji bo xwe birêxistin bikin û hêza xwe bi jinên din re xurt bikin divê tevgerên jinan rabin ser piyan.”

‘Em amade ne bi jinên cîhanê re bibin yek’

Meryem Reşîd di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku pêvajoya sîstema sermayedar gihîştiye asta herî bilind û pêwîstiya jinan bi avakirina konfederalîzmeke jinan heye û wiha berdevam kir: "Gelek jinên bi hêz hene dikarin vê qonaxê birêve bibin. Tevger û rêxistinên jinan li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne tenê nasnameya jinên Kurd an Ereb temsîl dikin, di heman demê de nasnameyên jinên li Rojhilata Navîn temsîl dikin. Ji bo em hêza jinan bikin yek li dijî sîstema mêrsalar, em amade ne bi hemû jinên cîhanê re di bin sîwana konfederalîzma jinan de bibin yek."