"Ji bo têkevim cîhana zarokan a hindirîn 6 salin bi wan re me"

Deronas Meqbûle Berkel a 6 salin weke mamosta hemû dema xwe daye zarokên herêma Firatê got: “Ji bo bandora şer a li ser zarokan baş hîn bibim dema xwe hemû didim wan û bi wan re me. Hinek caran bi xêzên wêneyên wan hewil cîhana wan a hindirîn têbigihim û hinek caran jî bi rêya axaftinê. Ji ber zarokên nava şer cuda şêwe girtine ji bo wê jî divê mirov cuda mijul bibe û dem jêre veqetîne.”

Deronas Meqbûle Berkel a 6 salin weke mamosta hemû dema xwe daye zarokên herêma Firatê got: "Ji bo bandora şer a li ser zarokan baş hîn bibim dema xwe hemû didim wan û bi wan re me. Hinek caran bi xêzên wêneyên wan hewil cîhana wan a hindirîn têbigihim û hinek caran jî bi rêya axaftinê. Ji ber zarokên nava şer cuda şêwe girtine ji bo wê jî divê mirov cuda mijul bibe û dem jêre veqetîne."
DILUCAN BOZÎ
Kobanê - Ji mamostayên li herêma Firatê piraniya dema xwe bi van zarokan re derbas dike, derunas Meqbula Berkel e. Ji bo ku Meqbule baş zarokan têbigihe û têkeve cîhana wan 6 sal in xebatên xwe yê şêwirmendiyê didomîn e. Mamoste Meqbule ku hewl dide bi rêka semîner ango lîstokan zarokan ji rewşa heyî û bandorên şer derxe. Deronas û Şêwirmed Meqbûle Berkel girêdayî xebatên xwe yên 6 salan ji ajansa me re axivî.
"Zarokên di nava şer de mezinbûne cuda şêwe girtine"
Meqbule di nava axaftina xwe de bal kişand ser mijara zarokan di nava şerde  û wiha got: "Destpêka ku şer li herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê-Rojava çêbû, bi taybetî di sala 2014'an de û komkujiya Kobanê di 2015'an de, zarokên di nava şer de mezin bûn ango jiyana xwe di nava şer de berdewam kirin, di aliyê derûnî de gelek zehmetiyan dikşînin. Ji bo em van zarokan ji rewşa xirab derxin divê em bi wan re eleqedar bibin. Ne tenê zarokên li Kobanê, li derveyî Kobanê jî em bi zarokan re dicivin û hevdîtinan bi wan re dikin. Her wiha zarokên kampan ên koçber û zarokên bê dayik û bav sêwî mane jî bi heman şêweyî ne. Herî zêde em girîngî didin dayîn û standinê, çawa em bikaribin wan ji wê rewşê derxin û jiyana bi kêfxweşî ji wan re peyda bikin. 6 mehan carê em derbasî saziyekê dibin û mijarên xwe ji wan re pêşkêş dikin, li gorî wê em derbasî nava zarokan dibin. Li Kobanê navenda me heye, hefteyê du caran em bi zarokan re rûdinên û bi wan re nîqaş dikin. Kîjan zarok çi êş kişandibe yan dikşîne lê gelek zarok jî hene naaxavin, bi riya xêzkirina wêneyan zarok êşên xwe ji me re parve dikin."
Meqbule da zanîn ku lîstokên zarokên di nava şer de mezinbûne hemû çek û amûrên şerin û wiha domand: "Dema em li zarokan mêze dikin, lîstokên zarokan her tim çek û amûrên şer in. Wêneyên zarokan her tim bi tundiyê derdixin pêş lêdan, şer jiyana dûrî şer tune ye. Her di mêjiyên zarokan de tiştên nebaş heye û bi wê derûniyê jiyana xwe didomînin. Hin zarok jî hene mirov dizane ku ev zarok zêde hatine êşandin, ên ku bê dayik û bav mane mînak, li gel mirovên xwe ne rehet in. Hin ji wan jî gav avêtin ku hewl didin jiyana xwe veguherînin ber bi başiyê ve. Zarok di temenê biçûk de şerê ku li Kobanê qewimiye xêz dikin, ev dide diyarkirin ku zarokan hê şer ji bîr nekirine. Dema ku di malê de derûniya zarokan nebaş be, di hundirê malê de nerehetiyek heye. Dema ku zarok di temenê biçûk de bûyeran li ber çavên xwe bibînin wê demê di jiyana xwe ya giştî de ji bîr nakin û her di mêjiyên xwe de van bûyeran didin ber çavên xwe. Wê demê nêzikatiyên nebaş bi zarokan re derdikeve."
"Em ê hemû taqeta xwe bidin xizmeta jin û zarokan"
Meqbula girêdayî bandora şer a li ser jinan jî got: "Rewşa jin jî ne dûrî ya zarokan e. Jixwe di nava şeran de herî zêde jin û zarok dibin qurbanî. Li herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê-Rojava herî zêde dayik û zarokên xwe bi hev re jiyana xwe ji dest didin. Li Eyn Îsayê gelek jin û zarokên xwe bi hev re jiyana xwe ji dest dan her wiha li Til Rifetê jî zarok dema ku zarokan bi hev re dilîstin bi çekên dewleta tirk hatin kuştin. Di nava vê salê de jî gelek jin rastî tundiyê û kuştin hatin, ev jî bandora şer û hişmendiya baviksalarî ye, dihêle ku jin rojane rastî tundiyê bên. Heya ku ev şer li herêmê hebe wê zarok, jin rastî kuştin û tundiyê bên. Ji bo em zarokan di rewşa baş de bihêlin em her bi wan re dilîzin. Projeyên ku em ji bo zarokan û jinan bidin meşandin hene lê dema ku dixwaze ku em dest pê bikin. Her wiha ji bo zarokên ku heye niha navenda me nas nekin jî em kolan bi kolan bigerin da ku em xwe bigihîjînin tevahî zarok û jinan. Banga min ji tevahî jinan re heye ku em bi yek destî çareseriyê ji van pirsgirêkan û tundiyê re bibînin."