Ji bo têkbirina tundiyê li Misrê destpêşxeriyên cuda hatine destpêkirin

Li Bor Seîd, destpêşxeriyên ciwanan rastiya jinan li herêmên cuda yên Misrê temsîl dikin. Her wiha bi vê yekê kar ji bo başkirina rastiya wan û balkişandina ser binpêkirinên li dijî wan jî tên kirin û derfet tên avakirin.

ESMA FETHÎ

Qahîre- Bor Seîd yek ji bajarên xwedî xwezayeke cuda ye û gelek çandên cihêreng di nava xwe de dihewîne. Ji ber ku bandora koçberiya hundirîn lê çêbûye, gelek kes berê xwe didin wê derê. Ji ber wê yekê bandorê li rastiya jinan jî kiriye.

Jinên ku li herêma pîşesazî ya Misrê dijîn, ji ber barê wan giran e bi gelek krîzan re rûbirû dimînin. Her wiha gelek tundî bi rengekî giştî li wan dibe bi taybetî tundiya ji ber cudabûna çandî li bajar zêde bûye.

Ji bo em zêdetir rewşa jinan bibînin me hevpeyvîn bi damezrînera destpêşxeriya "Kehîle" ya li bajarê Bor Seîdê, Înas El Meserawî ya ku gelek rengên hunerê bi kar tîne ji bo rastiya jinan baştir bike re çêkir.

Destpêşxeriya Kehîle yek ji destpêşxeriyên xuyayî ye li bajarên El Qenat in beşên karê we çi ne?

Me dest bi karê li ser cureyên tundî û cudakariya li dijî jinan kir. Her wiha bingehek fêrbûn û pêşxistina kesayetî jî çêbû. Di encamê de me kadroyên xwe yên karê li ser dozên femînîst bi rengên cuda ava kirin.

Ev mijar bi pêş ket û me dest bi karê ji bo avakirina kadroyên femînîst li bajêr kir. Me mêran jî xist nava vî karî ji ber roleke wan a bi bandor di civaka Bor Seîdê de heye. Armanca me ew bû em di rastiyê de kar bikin ji ber wê me alavên hêsan bi kar anîn ji bo bal were kişandin. Hunera cuda hat bikaranîn bi rengên cuda, yek ji wan jî wênexêzî bû. Me pêşangehên wêneyan der barê jinan û beşdarbûna wan a civakê de jî organîze kir. Me şanoyên der barê dozên jinan ên cuda de jî li dar xistin. Gelek rûniştinên ji bo axaftinê hatin lidarxistin û me gelek dozên jinan û tiştên li kolanan tên serê wan û li ser binpêkirinan me nîqaş kir.

We hunerê di destpêşxeriya xwe de bi kar anî. Gelo bi wê yekê guhertinên çawa çêbûn?

Huner bi cureyên xwe yên cuda bandoreke yekser li ser kesan dike ji ber li hemû deriyan dixe. Her wiha hêsan e pêwîstiya wê bi karekî tevlihev tune ye. Hinek hevalên me hene di rengên cuda yên hunerê de kar dikin û me dest bi karê hevbeş, bi rengekî dilxwazî kiriye ji ber wê me encamên gelekî baş girtin. Mirov dikare xwe bispêre rengên hunerê yên cuda jî ji bo guhertineke rastîn çêbibe. Ji ber ku huner xwedî hêzeke wisa ye ku dikare bandorê li welatiyan bike û asoya wan berfirehtir bike.

Bor Seîd bi xwezaya xwe yek ji bajarên cuda ye, li gorî nirxandinên we krîzên ku herî zêde jin dijîn li wê derê çi ne?

Mafê bidestxistina mal, yek ji mijarên jin jê mehrûm mane ye. Bi taybetî jinên nezewicî yan jî yên dest ji hevjînê xwe berdane. Her wiha yên hevjînên wan wefat kirine, ji ber ku mêr bi wan re tune ne nikarin mal bi dest bixin.

Li herêma pîşesazî li ser jinan gelek binpêkirin çêdibin. Ji ber ku dema karê wan zêde ye û li hemberî wê heqdestê wan jî kêm e, gelek kampanyayan li dar dixin. Mirov nikare destdirêjiya di cihê kar de jî paşguh bike li aliyê din jî cudakarî di gelek waran de çêdibe.

Jin ji ber ku tenê jin in gelek tişt ji wan re şerm ten dîtin. Dema ku dixwazin kar bikin wesayîdan bajon yan bikevin jiyana giştî, siyasî yan aborî, şerm tê dîtin. Gelek kes bawer nakin ku jin dikarin van karan bikin yan jî ji mafê wan heye di navendên biryardayînê de cih bigrin.

Ji ber ku bajarê Bor Seîd cuda ye rengên tundiyê jî lê cuda ne hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Bi rastî jî rengên tundiyê li bajêr cuda ne. Li herêma pîşesazî gelek jin di şîrket û kargehan de kar dikin. Ji ber wê rastî destdirêjî, tundiya devkî, cudakarî kêmbûna heqdest û hwd. tên. Li malan jî gelek jin ji mafên xwe bêpar in, tên binpêkirin û lêdanê dixwin. Ji ber xwezaya xelkên wê derê girtî ye jî keçan neçar dihêlin hîcabê li xwe bikin û ger vê yekê red bikin tundî li wan dibe û cilên cuda li wan tên kirin.

Li aliyekî din di gelek mijaran de jin nikarin biryara xwe bidin, yek ji wan jî zewac e. Li cem me bûyerek ku qewimiye heye. Dema ku jinek ciwan xwestibû destgirtiyê xwe berde ji aliyê destgirtiyê xwe ve hatibû qetilkirin.

Ji ber rewşa aborî ya zehmet gelek jin di mercên bê ewle de bi heqdesteke kêm kar dikin.

Destpêşxeriyên we li ser gelek dozên girîng û tevlihev kar dikin, planên we ji bo pêşerojê çi ne?

Roj bi roj pêşketinên mezin di civakê de çêdibin, ev yek jî siya xwe dide ser gotara me ya komarî bi riya stadên cuda û têkiliya bi beşa me ya armancgirtî re ji bo zêdetir em pêwîstiyên wan bizanibin.

Em di dema niha de kar li ser lêkolînkirina pêwîstiyên beşên civakê yên cuda dikin û me biryar daye em berê xwe bidin beşeke ciwanên nûgihîştî. Ji ber ku em dizanin ev di rastiyê de gelekî bi bandor e. Em li ser doza tundî û şantaja dîjîtal kar dikin ji ber piştgiriyeke hunerî didin zarokên keç û jinan bi riya alîkariya teknîkî bi taybetî bi parastina rûbera wan a dîjîtal de û em piştgiriya wan di aliyê qanûnê de jî belaş dikin.

Koçberiyeke hundirîn li Bor Seîd çêdibe, civak jî komek ji civakên cuda ye, heta çi astê bandora vê ya neyînî li ser rastiya jinan heye?

Bor Seîd bajarek e her kes berê xwe dide wê çi ji herêmên derdorê çi jî ji cihên din. Komên çandî û cudahiyeke mezin di warê fikran de lê heye. Jin jî tên paşguhkirin, têkildarî teşeyê wan ê derve û belavkirina fikran rola civakî û qalibê heyî. Ji ber ku civak wan nabîne û qebûl nake ger li gorî civakê neçin nayên pejirandin.