‘Ji bo Sûriyek azad divê em bi hev re rêxistinî bin’
Ji civaka Êzidî ya li Helebê Roşîn Mûsa, bal kişand ser polîtîkayên talanê yên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê yên di bin navê yekrengiyê de û ji bo rêxistinkirina Sûriya azad bang li hemû gel û komên baweriyan kir.
DILPAK DAG
Haleb- Li Sûriya ku hevsengî tên guhertin, li erdnîgariya ku ji 27’ê Mijdarê ve xerîte kêlî bi kêlî tê guhertin, jin hewil didin bi bawerî, têkoşîn û çanda xwe li ser piya bimînin.
Tevî ku piştî hilweşîna Baasê û ketina Şamê tablo tarî be jî jinên Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tekoşîn û serhildana xwe temsîliyeta rûyê ronî yên tê jiyîn dikin. Jinên ji pêkhatiyên Ereb, Tirkmen, Kurd û ji baweriyên cuda diyar dikin ku ew bawer dikin ku dê ‘Sedsala 21’emîn bibe sedsala jinê’ û hêvî dikin ku vêya bi Sûriyek nû de bi hevdûr rêxistin bikin.
‘Divê hemû pêkhatiyên Sûriyê biaxivin’
Roşîn Mûsa ku jinek Êzîdî ye û li Helebê dijî, diyar kir ku divê pêkhatiyên Sûriyê rewşa Sûriyê bi hev re nîqaş bikin û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ji dîrokê heya niha di erdnîgariya Sûriyê de pêkhatiyên Ereb, Çerkez, Ermen, Êzîdî, Kurd, Elewî, Dûrzî Sûryanî, vê erdnîqariya biçûk veguherandine mozaîka gelan. Sûriye bi mozaîka gelan û gelek çandên xwe tê naskirin. Tenê li Taxa Şêx Meqsûdê jî ev zengînî xuya dike. Ev pêkhatiyên ku em behs dikin bi giştî bi hev re di vê taxê de dijîn û hemû jî rastî îşkence, zext û qetlîamên mezin hatin.”
‘Êzidî rastî qetlîaman hatin’
Roşîn Mûsa anî ziman ku ji ber polîtîkayên dagirkeriyê, êrîşên çeteyan û zextên rejîmê hewl didin civakên bawermendan ji hev belav bikin û wiha got: “Em dikarin bêjin ku piranî Elewî li Efrînê dijîn, ji ber bawerî û zimanê xwe her wiha kurdbûna xwe rastî gelek zextan hatin. Dîsa Êzîdî jî komek bawerî ye ku rastî qetlîaman hatiye. Tevî ku Êzîdî rastî qetlîaman jî hatine dev ji baweriya xwe bernedane. Ji ber vê yekê polîtîkayên asîmîlasyonê li ser wan hat meşandin. Baweriya Êzidiyan baweriyeke bi koka wê ya dîrokî heye û pir xurt e. Li Efrînê nifûsa wan pir zêde bû, lê hemû îbadetxaneyên me ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ve hatin şewitandin, wêrankirin û talankirin. Mizgeft li ser navendên baweriya Êzidiyan hatine avakirin. Di rastiyê de em dibînin ku li hemberî van hemû êrîşan baweriya Êzidîtiyê dikare li ser koka xwe bisekine.”
‘Cîhek Sûriyê ku nehatiye dagirkirin nemaye’
Roşîn Mûsa diyar kir ku gelek desthilatên ji derve hatine, dixwazin li Sûriyê cihê xwe bigirin û got: “Hema bêje ji xaka Sûriyê ti beşek ku nehatibe dagirkirin, nemaye. Bi polîtîkayên koçberî, talan û dagirkeriyê, hewl dan ku hemû jiyana gelên li herêmê serobino bibe. Îro pêkhatî û baweriyên ku li Şêx Meqsûd dijîn, ji bo parastina cewhera xwe gelek ked dan. Êzîdî hem bi giştî hem jî di aliyê jinê de xwe birêxistin kirin û bûn sazî. Hem çand, ziman û baweriya xwe parastin, hem jî xwe rêxistin kirin, netewa xwe parastin.”
‘Gel nehat lîstokên pevçûnan’
Roşîn Mûsa diyar kir ku rejîma Baasê hewl dida şerekî di navbera Kurd û Ereban de derxe û wiha pê de çû: “Gelên li Sûriyê dijîn tu car serî li vê hîleyê nedan. Çeteyan jî bi alîkariya dewleta dagirker a Tirk di bin navê 'Îslama radîkal' de heman polîtîkayê pêk anîn û gel bi hev re bûn yek û nehatin vê lîstikê.” Roşîn Mûsa diyar kir ku ev derdor hewl didin gelê Sûriyê tevlî şerekî olî û mezhebî bikin. Roşîn got ku lê gel ev yek qebûl nekiriye û wiha berdewam kir: “Îro li gel şervanên jin ên Ereb, Kurd jî cîhê xwe digrin. Li gel şervanek Xiristiyan jinek Êzîdî, Elewî jî cîh digre. Ev yek jî mînaka jinan nîşan dide ku li dijî polîtîkayên dagirkeriyê hewl didin yekîtiya neteweyî û berxwedaneke hevpar ava bikin. Divê ji bo Sûriyek nû tevgra azadiyê demokratîk be, divê ji hemû bawerî û gelan re hembêza xwe veke. Divê her kes bi reng û dengê xwe tevlî Sûriyek nû bibe, em vê dixwazin. Pêwîst e bi hev re yekîtiya şoreşgerî ya gelan çêkin; Em Êzîdî dikarin bêjin ku em rêzê li hemû olan digirin û di parastina hemû ol û baweriyên cuda de rol û mîsyon didin xwe, ez dixwazim bêjim ji bo vê rolê em amade ne.”
‘Em ê li dijî hişmendiya yek ol, yek netew, yek ziman têbikoşin’
Roşîn Musa diyar kir ku ferasetên dewletê yek ziman, yek ol û yek netew e û got, ew ê li dijî vê yekê rabin û li ber xwe bidin û wiha axavî: “Ev hişmendiya paşverû Êzîdiyan qetil kir û dîsa dixwazin wek sala 2014’an qetil bikin. Bi hezaran jin hatin kolekirin û hîn jî agahî ji hezaran jinên Êzîdî nîne. Hîn jî jiyana xwe wek kole berdewam dikin. Em dixwazin li Sûriyê hovîtiya li ser jinan bi dawî bibe, rêxistinên hiqûqa navneteweyî û rêxistinên alîkariyên mirovî yên navneteweyî bi wijdanî nêzîk bibin û dengê jinan bibihîzin ku li her xaka Sûriyê ya dagîrkirî karesatên mirovî dijîn.
‘Sûriyeke nû ku her kesî û her rengî hembêz dike dixwazin’
Roşîn Mûsa da zanînku ew Sûriyeke nû û azad bi feraseteke ku hemû pêkhateyên bawerî û neteweyan dihewîne pêkan e. Roşîn da zanîn ku jinên Êzidî yên ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin, amade ne ku li ser erdnîgariya xwe bi çand, ziman û baweriya xwe yekîtiya xwe ava bikin. Roşîn Mûsa hestên xwe bi van gotinan anîn ziman: “Çawa jinên Êzidî ên Şengalê axa xwe ji DAIŞ’ê rizgar kirin, li dijjî çeteyan liberxwe dan, şehîd dan, em jî amade ne liberxwe bidin û têbikoşin. Li Helebê jinên Ereb, Xiristiyan, Kurd û Tirkmen tên cem hev û di bin sîwana tevgera jinên azad de xwe birêxistin dikin. Em dixwazin ev hevgirtin û yekîtî tenê bi çend taxan re sînordar nebe, li tevahiya Sûriyê belav bibe. Bi fikir û felsefeya Rêber Apo re jin dikarin bi hev re Sûriyek demokratîk ava bikin.”
‘Silav li berxwedana ji Helebê heta Suweydayê’
Roşîn Mûsa, anî ziman ku hêvîdar in geşedanên li Sûriyê baş bên nirxandin û wiha got: “Jinên ji Suweydayê li dijî feraseta dagirker daketin qadan. Em li berxwedana jinên Suweydayê yên ku li dijî hegemonyayê daketin qadan temaşe dikin û girîng e ku Rêveberiya Xweser ji xwe re mînak bigirin. Em rewşa Elewiyan jî dibînin. Divê li dijî feraseta ku dibêje 'Em ê Elewiyan qetil bikin' rawestin. Divê jinên Elewî teqez vêya qebûl nekin û xwe birêxistin bikin. Jinên Elewî îro li Sûriyê di bin xeteriyek mezin de ne. Sûrî ne li dijî Îslamiyetê ne, lê qirkirina baweriyên cuda nayê wateya Îslamê. Ne ya qebûlkirinê ye ku komên çete li hemberî gelê Sûriyê û jinên Sûriyê xeteke îslamî ya nedemokratîk û nêzîkatiya çetetiyê pêk bînin. Nayê qebûlkirin ku komên çete li hemberî gelê Sûriyê û jinên Sûriyê xeteke îslamî ya nedemokratîk û nêzîkatiya çetetiyê pêk bînin.”
‘Divê em bi hev re rêxistinî bin’
Roşîn Mûsa di dawiya axaftina xwe de balkişand ser hewldanên parçekirinê û banga ji bo gelan, bi van gotinan anî ziman: “Dema Efrîn ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hat dagirkirin, zext li hemû gelan û bi taybetî li ser elewiyan hat kirin û bi darê zorê gotin ku ‘Hûn ê ola Îslamê qebûl bikin’. Tiştên ku li dijî Êzidiyan hatin kirin jixwe tên zanîn. Dixwazim bêjim ku em van hemû nêzîkatiyan ne tenê ji bo Kurd û Êzidiyan, ji bo tu bawerî û gelên Sûriyê jî qebûl nakin. Li dijî polîtîkayên komkujî û perçekirina civak, gel û baweriyan ku çeteyên dewleta Tirk dixwazin pêk bînin, divê em bi hev re xwe birêxistin bikin.”