Ji bo Sûdanê banga lezgîn: Rewşa tê jiyîn wek ‘şerê felaketê ye’

Serokê Şandeya Lêkolînê ya Sûdanê ya Serbixwe ya Navnetewî, bang li civaka navnetewî kir ku ji bo parastina sivîlên li Sûdanê tavilê bikeve nava tevgerê.

Navenda Nûçeyan – Ji ber şerê ji 15’ê Nîsana 2023’an heta niha di navbera artêşa Sûdan û Hêzên Desteka Lezgîn de destpêkirî, bi milyonan mirov şertên mirovî yên di asta felaketê de dijîn. Koçberî, nabûna xizmetên bingehîn û sûcên şer ên hatin kirine, sûcên li dijî mirovî didome. 

Serokê Şandeya Lêkolînê ya Sûdanê ya Serbixwe ya Navnetewî, di daxuyaniya roja 9’ê Îlonê dayî de, diyar kir ku tiştên li Sûdanê tê jiyîn wek ‘şerê felaketê ye’, pêwîstiya Sûdanê bi sempatiyê nîne, pêwîstî bi tevgerek a edalet, parastin û pêşerojek ji tundiyê dûr heye. 

Serokê Şandeyê, di rapora pêşkêşî rûniştina 60’an a Konseya Mafê Mirovan kirî de, da zanîn ku sevîlên Sûdanê bi zanabûn tên hedefgirtin, bi zorê tên koçkirin û ji xwarinê bê par mane. Herdu aliyên şer û mutefîkên wan sûcê şer dikin.

Sûcê şer tê kirin

Di raporê de hate destnîşan kirin ku Hêzên Desteka Lezgîn di gelek rewşan de çalakiyên sûc kiriye, di nava van de zilm û qirkirin heye, herdû alî jî çalakiyên binçavkirinên kêfî, îşkence û nêzîkatiyên dermirovî kirine.

Li gorî lêkolînan, endamên Hêzên Desteka Lezgîn li dijî jin, zarokên keç tecawîz, tecawîzên komî, kolekirina cinsî, bi zorê zewicandin û revandin pêkanîne.

Hate îfadekirin ku belgeyên ku artêşa Sûdanê bi taybet li navendê binçavkirinê tundiya zayendî pêkaniye hene.

Şer çavkaniya jiyanê tine dike

Şandeyê da zanîn ku şerê heye ne tenê rê li ber windahiyên canî diveke, di heman demê de çavkaniyên jiyanê jî tine dike. Hate destnîşan kirin ku êrîşî bazaran hatine kirine, pergala tenduristî û xebatkarên alîkariya mirovî û tenduristiyê hatine hedefgirtin, krîza ewlehiya xwarinê mezin bûye.

Li gorî raporê, Hêzên Desteka Lezgîn, sivîl ji çavkaniyên jiyan bê par hêlaye, bi riya birçîhêlanê, sûcê şer, bi riya sîstematîk a nebûna derman û xwarinê li dijî mirovatiyê sûc dike.

Serokê şandeyê ji bo sekinandina tundiyê, parastina sivîlan, rakirina dorpêçê, pêkanîna gihandina alîkariyê û pêşîlêgirtina tundiyê ji civaka navnetewî xwest ku tavilê bikeve nava tevgerê.

Ev rapora NY, weke belgeya herî girîng ya ketiya radarên edelata navnetewî tê dîtin. Zextên li dijî bi dawîkirina şer bi çareseriya siyasî herku diçe zêde dibe.