Ji bo sûcdarên destdirêjiya zayendî heta hetayî tê plankirin

Li gorî plana nû ya li Îngîlîstanê, wê rê li ber cezayê girtîgehê ya heta hetayî ji bo kujerên ku sûcê destdirêjiya zayendî û îşkenceyê dikin were vekirin.

Navenda Nûçeyan- Li gor daxuyaniya Serokwezîrê Îngîlîstanê, Serokwezîr Rishi Sunak der barê cezayan de planek nû amade kir. Di vê çerçoveyê de wê bê temînkirin ku kesên ku bi hestên cinawirî sucê qetlê dikin û sûcdarên qetil kirinên destdirêjiyê dihewîne bi ti awayî neyên berdan.

Ji dadgeran re maf hat dayîn ku cezayê girtîgehê yê heta hetayî bide

Dadger dê xwedî hêz bin ku bêyî şertên berdana bi şert û bêyî demek hindiktirîn cezayên heta hetayê bidin. Bi vî awayî dê kesên girtî ji bilî şert û mercên pir sînorkirî heta dawiya jiyana xwe di girtîgehê de bimînin û rê li ber sûcdaran bê girtin ku biçin Dadgeha Temyîzê.

Rishi Sunak ê ku nirxandinên wî di daxuyaniyê de cih girt, diyar kir ku civak li bendê ye ku kesên sûcên bi vî rengî dikin heta hetayê di girtîgehê de bimînin û got: “Rastiya ku em qatilên herî navdar ên bi vî rengî ceza dikin, tê vê wateyê ku ew ê ti carî nikaribin azad bigerin.” Wezîrê Edaletê Alex Chalk jî di daxuyaniya xwe de got: “Bi rastî jî cezayê heta hetayê dê ji bo sûcdarên qetil kirinên bi tevgerên sadîst û destdirêjiya zayendî re bê cezakirin. Ev guhertina qanûnê wê were wateya ku kesên xerab ên herî xerab di girtîgehê de jiyana xwe derbas bikin.”

100 hezar kêr hatin komkirin

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku bi pêkanînên hikûmetên Partiya Muhafazakar a ji sala 2010'an û vir ve bûyerên tundiyê ji sedî 46 û sûcên diziyê jî ji sedî 51 kêm bûne û hat destnîşankirin ku zêdeyî 100 hezar kêr hatine komkirin. Amaje bi wê yekê jî kir ku ji sê parên tawankarên tundûtûjî û destdirêjiya zayendî piştî derxistina yasayan serî li serbestberdana pêşwext an jî serbestberdana bi şert nedane, hate bibîrxistin ku ev maf piştî îdamkirina nîvê cezayê berê hatine bidestxistin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi temambûna cezayê 14 salan re hukmên serbestberdana pêşwext di “sûcên terorê” de dest pê kir û her wiha hat destnîşankirin ku kesên bersûc li dadgehê jî bi mexdûran û xizmên wan re werin rûbirûkirin.