Ji bo şikandina tecrîdê li Şengalê komxebat hat lidarxistin
Li Şengalê bi hatina salvegera Komploya 15’ê Şibatê re, bi pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan ên Êzidî bi dirûşma “Ciwan canfedayên Ocalan in” komxebatek hat lidarxistin.
Şengal - Bi nêzbûna salvegera Komploya Navdewletî ya 15’ê sibata 1999’an li Şengalê jî kar û xebat bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Ebdullah Ocalan berfirehtir dibin. Bi pêşengiya Yekitiya Jinên Cîwan ên Êzidî bi dirûşma “Ciwan canfedayên Ocalan in” li navenda Şengalê bi amadebûna ciwanan komxebat hat lidarxistin.
Komxebat bi 3 semîneran bi mijarên bi sernavê “Bo civaka Êzidî Serok Apo tê çi wateyê”, “Serokatî û jinên ciwan”, “Serokatî û ciwan” hat lidarxistin.
Semînera yekemîn ji aliyê endama rêveberiya yekitiya ciwanên Êzidxanê Salim Şengalî ve hat dayîn. Piştre endama rêveberiya Yekitiya Jinên Ciwan Lîza Xeyrî li ser mijara ‘serokatî û jinên ciwan’ semîner da.
Lîza Xeyrî li ser van xalan sekinî û wiha got: “Îro dewleta Tirk a dagirker û dewletên navneteweyî dibêjin em ê fikrên Rêber Apo tune bikin, em ê vî gelê ku azadiyê dixwaze tune bikin. Bila bizanibin ev gel tune nabe. Me jinên Êzidî tu demê Serok Apo nedîtiye. Lê em bi fikir û ramanên wî meşiyan, me xwe bi pêş xist, perwerde kir. Bi wê re jinên Êzidî dibin xwedî hêz û îrade. Serok Apo jî dibêje jinên Êzidî divê di her karî de cih bigrin. Ji bo jinan û azadiya wan tekoşiyaye, piştgirî daye Serok Apo. Her dem gotiye jin dikarin weke xortan tevli bibin, xwe perwerde bikin, bi pêş bixin û ava bikin. Gotineke Rêber Apo heye dibêje her kes fikrên min terk bike jî dê jin terk nekin.”
Piştî semîner bi dawî bû ji aliyê beşdaran ve nîqaşên vekirî hatin detpêkirin.
‘Em ê têkoşînê bilind bikin’
Li ser encam û girîngiya komxebatê, endama Yekitiya Jinên Ciwan a Şengalê Ala Xidir ji ajansa me re axivî û got: “Me ji bo şikandina tecrîda giran li ser Rêber Apo komxebata xwe li dar xistiye. Em bi saya fikir û felsefeya Rêber APO ji fermanê rizagar bûn û li ser lingan heya roja îro mane. Ya herî girîng me bi dirûşma Jin Jiyan Azadî ya felsefeya Rêber Apo nîqaş kir. Ji ber ku em weke jinên ciwan bi felsefeya Rêber Apo me xwe nas kiriye lewma her roj têkoşîna me wê ji bo azadiya Rêber Apo be.”
Komxebat bi coşek mezin di bin dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo”, “Em ciwan, em ciwan, em fedaiyên Ocalan”, “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.