“Ji bo şikandina tecrîdê em her tim di nava têkoşînê de ne”
Têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan tê meşandin, Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan ên bajarê Qamişlo tecrîd şermezar kirin û dan zanîn ku dê bi têkoşîn û berxwedana xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bikin.
ROJDA SEYIDXAN
Qamişlo – Tecrîdeke giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê dewleta tirk ve tê meşandin. Dewleta tirk bi tecrîda li ser Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ew ji hemû mafên wî yên hiqûqî qut kiriye her wiha hevdîtinên malbatê û parêzeran bi muwekîlê wan re red dike. Bi vê yekê dewleta tirk dixwaze Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gel ji hev dûr bixe her wiha armanca sereke ew e ku fikir û felsefeya azad di civakê de belav nebe û çareseriyek ji krîzên heyî re neyê dîtin. Têkildarî mijarê Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan ên bajarê Qamişlo – Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê tecrîd şermezar kirin û wiha nêrîna xwe anîn ziman.
“Êrîşên li ser xaka me tên kirin berdewamiya tecrîdê ne”
Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Necah Gulo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdlah Ocalan şermezar kir û wiha nêrîna xwe bi me re parve kir: “Ev 22 sal in Rêber Apo di zindanên faşîzma dewleta tirk de ye. Dema ku ev plan û komplo ji aliyê dewleta tirk ve li ser Rêberê me hat meşandin, hedefa dewleta tirk ji girtina Rêber Apo ew bû ku gel û Rêber Apo ji hev veqetîne lê ev yek bi ser neket ji ber girêdana gel û Rêber Apo girêdaneke pir bi nirx e. Êrîş û kiryarên niha li ser bajar û herêmên me tên kirin, berdewamiya tecrîda li ser Rêber Apo ye. Dewleta tirk xwest di şexsê Rêber Apo de civaka me tune bike lê Gelê Kurd ne bi êrîşan û ne bi komkujiyan tune nabe û dê her têbikoşe.”
“Pêwîst e mafên Rêber Apo yên hiqûqî jê re bên dayîn”
Necah bal kişand ser mafên hiqûqî yên girtiyan û wiha domand: “Ji bo şikandina tecrîda girankirî li ser Rêber Apo, bi dehan hevalên me ketin greva birçîbûn û berxwedaneke bêhempa dan meşandin. Dewleta tirk ji bo ku vê berxwedanê bide sekinandin, tenê hişt ku birayê Rêber Apo çend deqeyan pê re bi rêya telefonê biaxive, ev yek ji bo me ne bes e. Pêwîst e hevdîtin bi parêzeran re were çêkirin û mafên hiqûqî yên Rêber Apo jê re werin dayîn. Ji ber ku dewleta tirk nikaribû li hemberî fikir û felsefeya Rêber Apo bisekine êdî berê xwe da gelê herêmê, gelê ku li pey fikir û felsefeya Rêber Apo dimeşin. Gelê me bi hemû hêz û îradeya xwe cihê xwe di nava vê berxwedanê de girt û li hemberî êrîşan serî netewand. Dewleta tirk bi hemû kiryarên xwe yên qirêj êrîşî ax û destkeftiyên şoreşa me dike her wiha êrîşê gorên şehîdên me dike û hemûyan xerab dike, em ji bo vê yekê qet bêdeng namînin. Em tu carî ji doza xwe venagerin û her tim em ê di nava têkoşîn û berxwedanê de bin heta ku em Rêberê xwe bi awayê fizîkî di nav xwe de bibînin.”
“Pêwîst e her kes ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşe”
Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Xeyriya Hesen li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bertekên xwe nîşan da û wiha got: “Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe, azadî ji bo hemû gelên bindest anî roja me ya îro. Ji bo doza Rêber Apo wê rehetî ji me re tunebe, em ê bi hemû îradeya xwe daxwaza mafên rêberê xwe bikin. Tecrîd kiryarekî bê exlaqî ye û di kesayeta dewleta tirk de hovîtî pir li pêş e. Banga me ji bo hemû gelan ew e ku her kes ji bo azadiya Rêber Apo êdî bêdeng nemînin. Hêviya me bi gelê me heye û wê serkeftin para me be.”