Ji bo serokatiya Sendîkaya Rojnamevanên Tûnisê 10 jin bûn namzet

Ji bo hilbijartinên meclîsa giştî ya Sendîkaya Rojnamevanên Tûnisê 10 jê jin û 10 jê mêr, 20 rojnamevan pêşbirkê dikin. Rojnamevanên jin ên namzet diyar kirin ku ger bên hilbijartin ew ê li dijî cudakariya zayendî bi xurtî têbikoşin.

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis – Hilbijartinên Lijneya Giştî ya Sendîkaya Rojnamevanên Tûnisê wê di navbera 6-7’ê Cotmehê de bên kirin. Ji namzetên rêveberiya nû ya sendîkayê 10 jin û 10 jî mêr in. Der barê pêvajoya hilbijartinê de bi namzetên jin re nirxandin hatin kirin. Rojnamevan Saniya El-Bîrînsî ku ji bo endamtiya Daîreya Îcrayê hat destnîşankirin, diyar kir ku bernameyeke ku mafên hemû rojnamevanan di warê aborî û civakî de misoger dike amade kiriye û dirûşmeya wê “Çapemeniya Azad” e.

‘Armanca min parastina azadiyan e’

Saniya El-Bîrînsî da zanîn ku rojnamevan ji ber valahiyên qanûnî bi mûçeyên kêm dixebitin, bi awayekî keyfî ji kar tên dûrxistin û bê hincet ji pîşeya xwe tên dûrxistin û destnîşan kir ku ger ji bo rêveberiyê were hilbijartin ew ê li dijî karên bêewle têbikoşin. Saniya El-Bîrînsî diyar kir ku wê armanca wê parastina azadiyan be.

“Gelek kes ji ber nêrînên xwe girtî ne, wek rojnamevan Şatha El-Hac Mubarek û Halîfa El-Qasîmî. Çapemeniya Tûnisê dikişînin nav labîrenta darizandina sûcan. Ji ber sansurê gihandina agahiyan ji Tûnisiyan re tê astengkirin. Dem hatiye ku li dijî her cure tundî û cudakariya zayendî ya ku rojnamevanên jin li qadê rû bi rû ne, têkoşîn were xurtkirin.”

‘Namzetên jin ji aliyê hempîşeyên xwe yên mêr ve hatin hedefgirtin’

Yek ji namzetan Endama Rêveberiya Sendîkaya Rojnamevanan Amîra Mihemed jî diyar kir ku gelek rojnamevanên jin beşdarî xebatên hilbijartinê bûne. Amîra Mihemed, anî ziman ku di dema amadekariyên hilbijartinê de hempîşeyên wan ên mêr, rojnamevanên jin ên namzet kirine hedef û wiha got: “Rojnamevanên jin ji ber zayenda xwe rastî êriş û binpêkirinan tên. Hewldaneke bi zanabûn heye ku zererê bide navûdengê hin rojnamevanên jin.”

‘Divê Sendîkaya Rojnamevanên Tûnisê xwedî xeteke serbixwe be’

Amîra Mihemed, anî ziman ku divê sendîka di warê mafên jinan de bi awayekî adil tevbigere û got: “Divê di navbera zayendan de wekheviyeke tam pêk were. Divê ji mafê jinê yê hebûna li qada giştî bawer bike. Kampanyayên alîgiran ên ku ji hêla hin aliyên gumanbar ve têne meşandin bi şerm in û tu xêrê li pîşesaziya medyayê nakin. Divê Sendîkaya Rojnamevanên Tûnisê weke her carê xwedî xeteke serbixwe be û serxwebûna pîşeyê biparêze.”

‘Em ji bo bidestxistina mafê welatiyan têdikoşin’

Amîra Mihemed, da zanîn ku ew dixwazin biryara 54’an a ku azadiya çapemeniyê sînordar dike bê rakirin û got: “Ji ber ku di çarçoveya vê biryarnameyê de ji aliyê hikûmeta heyî ve gelek doz li rojnamevanan hatine vekirin. Ev biryar gef e li ser pîşeya rojnamevanî û azadiya xwe îfadekirinê.” Amîra Mihemed da zanîn ku rojnamevan hewl didin erka xwe ya li hemberî welatiyên ku li pişt perdê tiştên diqewimin fêm bikin bi cih bînin û wiha got:

“Di vê wateyê de em ji bo bidestxistina mafê agahiyan jî têdikoşin. Astengkirina agahiyan binpêkirina mafan e. Ev êrişên li ser mafê rojnamevaniyê ku erk û mîsyona xwe pêk bîne, nayên qebûlkirin. Ev ne karekî siyasî ye ku weke hinek îdia dikin, lê siyaseteke sîstematîk a desthilatdariyê ye ku êrişî mafê rojnamevanan ê agahdarkirinê dike. Girtina Şatha El-Hac Mubarek û Halîfa El-Qasîmî girtinek e ku ji bo xistina wan ser çokan û tirsandina wan e.”

‘Em dixwazin ewlehiya rojnamevanan bidestbixin’

Amîra Mihemed bi bîr xist ku di dîroka rojnamevaniya Tûnisê de ji ber nûçeyên xwe 5 sal cezayê girtîgehê li tu rojnamevanan nehatiye birîn û wiha got: “Ev rewş polîtîkaya desthilatdariyê ya li hemberî çapemeniyê ye. Em sendîkane, ne partiyeke muxalefetê ne. Em bi desthilatdariyê re nedinav nakokî dene. Em tenê azadî, mafên xwe û serxwebûna xwe diparêzin. Em bi tu partiyan re şer nakin. Yekane armanca me parastina mafê rojnamevan û welatiyan a bidestxistina agahiyan e. Herwiha ewlehiya rojnamevanên xwe yên jin û mêr bidestxistine.”