Ji bo serbest berdana endamên RJAK’ê kampanyeya îmzeyan hat despêkirin

Komek jinên aktivîst û rojnamevan ji bo serbest berdana endam û rêveberên RJAK’ê kampanya îmzeyan dan destpêkirin û banga tevlîbûnê li her kesê kirin.

Navenda Nuçeyan - Bi boneya salvegera 7’emîn a fermana 3’ê Tebaxa 2014’an, şandeyek Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) serdana Şengalê kiribû. Endamên şandeyê ji meclîsa RJAK’ê Xewla Mihemed Hesen û Ciwana Ebdulbaqî li gel endama RJAK’ê Seyran Ehmed Hesen, dema ji Şengalê vedigeriyan di ketina Hewlêrê de ji aliyê asayîşa PDK’ê ya Kelekê ve hatin binçavkirin. Ev 10 roj zêdetire aqûbeta rêveber û endama RJAK’ê nediyare. Komek jinên aktivîst û rojnamevan ji bo azadiya endamên RJAK’ê yên ji aliyê PDK’ê ve hatine girtin, kampanyaya îmzeyan dan despêkirin.
Li ser navê koma aktivîst û rojnamevanan daxwaznameyak ji bo Desteya Mafê Mirovan ya Parlamentoya Herêma Kurdistan, Desteya Bilind ya Kar û Barê Xaniman, raya giştî û hemû aliyên pewndîdar re hate şandin û belavkirin.
Di daxwaznameyê de wiha hate gotin: “Em ji bo azadiya 3 aktivîstên jin ên endamên RJAK’ê kampanyayek îmzeyan didin destpêkirin. Her kesê xwe berpirs dibîne û dijî tundûtujiyê di sekine, bila li binê vê daxwaznameyê îmzeya xwe bavêje. RJAK rêxistinek fermiye û ji bo hişyariya jinan û civakê kar dike. RJAK dijî tundûtujî, kuştina jinan û li dijî dagirkeriyê ye. Ji bo civakek azad û demokrat kar dike.”
Navê aktivîst û rojnamevanên kampanya dane destpêkirin evin:
Semîra Nadir
Jîno Reşîd
Elî Mehmud
Newroz Fazil
Kejal Ebdulqadir Şerîf
Şano Îbrahîm Meto
Lîman Şîwêş
Rubar Yusif
Nadya Îlah
Qeywan Meruf
Tara Mihemed
Şîne Qeredaxî
Bêrîvan Şaho
Sirwe Fayeq
Hunermend Awarexan
Parêzer Çorxan
Lida Weerts
Nêrgiz Rehman
Şîlan Mihemed Mehmud Emîn
Bêrîvan Mihemed
Nermîn Osman Mihemed
Awat Ebdulrehman Resul
Muzefer Ebdula
Mihreban Elî Hisên
Gulale Mihemed
Niyaz Ebdula