Ji bo salvegera yekem a Jineolojî li Helebê şahî

Bi boneya salvegera Yekemîn a damezrandin navenda Lêkolînên Jineolojî li Helebê şahiyek hat darxistin.

Heleb – Di 3'ê Nîsana 2021'an de li bajarê Helebê Navenda Jineolojî hat vekirin. Bi boneya  salvegera yekemîn a demezrandina navenda Lêkolînên Jineolojî li bajarê Helebê, endamên Jineolojî bi beşdarbûna endamên sazî, dezgehên sivîl, Kongra Star û jinên ku cihê xwe di partiyên siyasî de digirin şahiyek li navenda Jinolojî a li taxa Şêx Meqsûd li dar xistin. Hola şahiyê bi wêneyên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên şehîdan hatibû xemlandin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, sînefizyonek li ser perspektîvên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di derbarî jinê de hat pêşkêşkirin. Kar û xebetê Jineolojî yê salekê ji aliyê endama navenda Lêkolînên Jineolojî Rojyene Hisên ve hat xwendin. Koma stranan a dibistana Şehîd Qehreman Efrîn stranên xwe pêşkêş kirin.

"Jineolojî zanista jiyanê ye"

Rêveberiya Navenda Lêkolînên Jineolojî a bajarê Helebê Yesmîn Mihemed anî ziman ku navena Jineolojî di miheke pîroz de hat vekirin ji ber ku rojbona Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di vê mehê de ye û wiha lê zêde kir: "Bi coş û kelecaneke pir mezin me navenda xwe vekir. Piştî vekirina navendê me dest bi danasîna Jineolojî kir, em li saziyan digeryan û me Jineolojî bi wan dida naskirin. Me li navendê jin û mêr perwerde dikirin. Jineolojî zanista jiyanê ye. Jineolojî zanisteke civekî ye di her malekê de dikare cihê xwe bigire û her kes jî dikar bibe beşek bîngehîn ya vê zanistê.”   

Şahî bi sazên tembûrê bi dawî bû.