Ji bo rojnamegeran hashtaga ‘#OpenHaburBorderGate’ hat destpêkirin

MKG û DFG ji bo cenazeyên rojnamegerên hatin qetilkirin bigrin, ji bo desteka bi malbat û heyata li ser Deriyê Sînor ê Xabûr tên rawestandin re bi etîketa “#OpenHaburBorderGate” li ser medyaya dijîtal kampanya da destpê kirin.

Amed – Malbat û heyeta ku ji bo cenazayê rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ku di 19’ê kanûnê de li Bakur û Rojhilatê Sûriye di êrişa SÎHA’yên dewleta Tirk de hatin qetilkirin bigrin li Deriyê Sînor ê Xabûr tên rawestin. Komeleya Rojanemegerên Jin ên Mezopotamya (MKG) û Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firat (DFG) ji bo desteka bi malbat û heyeta li deriyê sînor tê rawestandin li ser medyaya dijîtal kampanya hashtaga “#OpenHaburBorderGate” dan destpê kirin.

Heyeta ku ji bo cenazeyên rojnamegerên li Bakur û Rojhilatê Sûriye hatin qetilkirin berê xwe dan deriyê sînor, li Deriye Sînor ê Xabûrê bi rojane tên rawestandin. MKG û DFG ku bertek nîşanî negirtina cenazeyan dan, di platformên medyaya dijîtal de kampanya dan destpê kirin û banga piştevaniyê kirin.

MKG di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal de ev tişt got: “Malbat û heyeta ku ji bo cenazeyên rojnemegerên li Bakur û Rojhilatê Sûriye hatin qetilkirin bigrin ketin rê li deriyê sînor tên rawestandin. Heta ku cenazeyên rojnemgeran bigrin, her şev di saet 20:00’an de di hashtaga #OpenHaburBorderGate de em werin ba hev.”