Ji bo rojnamegera ku nûçe dişopand pirsa ‘Tu çima li wir bûyî?’

Rojnameger Rozerîn Gultekîn dema ku li Bursayê nûçe dişopand hatibû binçavkirin û der barê wê de doz hat vekirin. Dozger ji rojnamger pirsa “tu çima tu li wê derê bûy?” kir.

Navenda Nûçeyan- Der barê nûçegihana ajansa JINNEWS’ê Rozerîn Gultekîn de bi hinceta ku li gorî zagona 2911 ‘Li dijî qanûna meş û çalakiyan derketiye’ doz hatibû vekirin, danişîna yekem a wê dozê îro hat dîtin.

Di danişîna ku piştî tesbîta nasnameyan dest pê kir de dozger ji rojnameger Rozerîn Gultekîn pirs kir û got “çima tu li wê derê bûy?” Rozerîn Gultekin got: “Ji bo şopandina nûçeyê li wê derê amade bûm. Di îdianameyê de îfadeyên ku weke ji qadê dixwest derbikeve hatibûn bikaranîn. Halbûkî dema ku em ê ji qadê derketana em hemû ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin li ruxmê ku me got em rojnameger in jî em hatin binçavkirin.”

Danişîn piştî parastinan hat taloqkirin.

Çi bûbû?

6 Sazî û dezgehên Kurd ji bo tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev 24 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ye, bê rakirin di 12’ê Hezîrana 2022’an de meşa Gemlîkê li dar xistibûn. Meş rastî mudaxeleya polîsan hatibû. Nûçegihana ajansa JINNEWS’ê  Rozerîn Gultekîn, nûçegihanê ajansa Mezopotamya (MA) Ergîn Çaglar ên ku meşê dişopandin hatibûn binçavkirin û piştî îfadeyên wan hatibûn girtin roja din, hatibûn berdan û der barê Rozerîn Gultekîn de li gorî zagona 2911 ‘Li dijî qanûna meş û çalakiyan derketiye’ doz hatibû vekirin.