‘Ji bo Rojava bi ruhê 2014’an em ê li qadan bin’

Êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Li bakurê Kurdistanê ji bo piştevaniya bi gelê Rojava re kampanya hat destpêkirin. Jinan diyar kirin ku ji bo gelê Rojava wê bi ruhê 2014’an li qadan bin.

Amed – Piştî êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî krîza ku li herêmê tê jiyîn xebatên Rêveberiya Xweser didomin. Li aliyê din Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), bi armanca piştevaniya hemwelatiyên ji cihê xwe bûne ragihand ku dest bi kampanyaya alîkariyê kirin e. Piştî di 10’ê kanunê de starta kampanyayê hat dayîn, ji bo gelê Rojava seferberî hat îlankirin.

Jinan ji bo destek û piştevaniya ji bo kampanyayê bang kirin ku divê li dijî sûcên şer bêdeng nemînin.

Feleknaz Çerkezoglu got: “Divê li dijî sûcên şer ên li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin bêdeng nemînin û divê hemû welatên dinyayê piştevaniyê bi gelê Rojava re bikin. Jin di şeran de rastî gelek sûcên şer ên weke tacîz, tecawiz, rehîngirtin û qetilkirinê hatin. Îro ev bûyer hemû li Rojava tên jiyîn. Em van êrişan qebûl nakin.” 

‘Ji bo jiyanê em ê têbikoşin’

Feleknaz Çerkezoglu bal kişand ser polîtîkayên Tirkiyeyê yên li Rojava û anî ziman ku li Rojava careke din jiyana demokratîk a hatiye avakirin bûye hedef û bal kişand ser girîngiya piştvaniya ji bo gelê Rojava û wiha got: “Em li dijî vê talan û koçberiyê ne. Ji bo mafê jiyanê em neçar in têbikoşin. Di vê xalê de em neçar in piştevaniyê bilind bikin û mezin bikin. Li dijî şer em ê bi hev re dengê xwe bilind bikin.”

‘Bi ruhê 2014’an em ê li qadan bin’

Ozlem Yildiz sê parçeyên Kurdistanê di nav de bang li Kurdên ku li Ewropayê dijîn kir û diyar kir ku jin ji şer re dibêjin ‘na.’

Ozlem Yildiz diyar kir ku li dijî êrişên li ser gelê Rojava, wê her roj di nava çalakiyan de bin û wiha got: “Ez bang li gelê Kurdistanê dikim; em bi gelê Rojava re di nava piştevaniyê de bin. Ew canê me , zarokên me ne, em bi hev re li kêleka hev bin û xwedî li Rojava derbikevin. Der barê kampanyaya hatiye destpêkirin de em ê çi ji destên me were em ê bikin.”

Ozlem Yildiz bi bîr xist ku dema êrişên DAIŞ’ê di Îlon-Cotmeha 2014’an de li ser Kobanê dijwar bûn, li Tirkiye û Kurdistanê gel daket qadan çalakiyên ji bo ‘Piştevaniya Kobanê’ dest pê kirin û wiha got: “Bi ruhê 2014’an em ê li qadan bin. Em ê li hemberî vî şerî bêdeng nebin. Ji bo gelê Rojava em amade ne. Em ê hem madî hem jî manewî bi gelê Rojava re bin.”

‘Pêwîstî bi cilên zivistanê û xwarinê heye’
Rêvebera bajarê DBP’ê Hasîbe Yazidik têkildarî kampanya piştevaniya bi gelê Rojava ya DBP’ê daye destpêkirin de agahî da û da zanîn ku wê bi alîkariyên cilên zivistanê û xwarinê kampanyayê bidomînin. Diyar kir ku gelek kes piştvaniya kampanyayê dikin, bang kir ku bi gelê Rojava re bin û wiha got: “Li dijî zehmetiyên ku gel dijî, me dest bi kampanya alîkariyê kir. Ev ne madî bi temamî kampanya mirovî ye. Mirov di şertên zehmet de dijîn. Ji bo zêdekirina piştevaniyê me ev kampanya dest pê kir. Em ê destûr nedin vê qetliama çeteyan. Li her derê em li gel gelê Rojava ne.”