Ji bo Roja Cîhanî ya Mafê Mirovan li Şehbayê dxuiyanî
Bi boneya Roja Cîhanî ya Mafê Mirovan Kongia Star a herêma Efrînê daxuyaniyek da.
Şehba- Kongreya Star a herêma Efrînê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek ji bo Roja Cîhanî ya Mafê Mirovan, bi amedebûna hemû sazî û dazgehên Rêveriya Xweser li qada wargeha Berxwedan a girêdayî navçeya Fafînê da. Beşdaran wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ala Kongra Star hildabûn.
Despêka daxuyaniyê wiha bû: "Ji destpêka mirovahiyê ve her tim têkoşîna navbera başî û xirabî, lihevkirin û pevçûnê de berdewam e heyanî zêdekirina hijmara însanan de pêşketin û guhartinên ku li ser erdê de çêbûne hişt ku guhartin di ser aşîtiyê de werin avakirin, ji ber vê yekê jî gel, eşîr û qebîleyan dîtin ku tu çareserî di şer de nîne, lewra ber bi aramiyê ve çûn bi armanca berdewamkirina jiyanê û li ser vê esasê me dît ku çawa pîvan, hevpeyman û itîfaq ji nû ve hatin sazkirin, ji bo peydakirina derfetên jiyanê bi taybet di demên şer û aloziyan de, ji bo van sedeman pêwîstî bi rê û rêbazên bi ewle û rast ji bo sazkirin û parastina hevpeymanan û itîfaqan di navbera gelên cîhanê de çêbû. Niha piştî derbasbûna ewqas dem û sedeman heyanî gihîştina sedema nû, êdî mirovahî neçar ma ku bi awayekî aram bijî, bigihêje çareseriyekî û jiyanek hevbeş di navbera însanan, civakan û dewletan pêk bîne û bi awayekî şarezî xwe bi rêxistin bike. Di roja îro de weke sazî, rêxistin û desteyan xwe dîzayîn kirine ji bo rêxistinkirina pîvenên civakî û mirovahî bi awayekî domdar û di serî de Desteya Netewên Yekbûyî."
Berdewamiya daxuyaniyê wiha bû: "Dema ku Roja Cîhanî ya Mafê Mirovan di 10'ê Kanûna 1984'an de hate ragihanidn, di wê demê de hevpeymana yekemîn tê de mafên mirovan yên bingehîn hatin diyarkirin û naskirin ji milê civaka navnetewî ve. Her wiha em bêdengiya wan ya aşkera li hember bûyerên bi êş êm ku li ser gel tên meşandin bi taybet gelê Efrînê şermezar dikin. "
Dawiya daxuyanî wiha bû: "Îro jî dema em vê kaosê û qeyranê jiyan dikin em şaş dimînin û em hesab dixwazin bi taybet ji saziyên ku qaşo xwe parêzvanên nirxên mirovahiyê dibînin, divê erka pêk bînin da ku mirovahiyê ji gurên har xelas bikin, eger erka xwe pêk neynin dê mirovahî were tunekirin. Em weke Kongra Star bi navê jinên Efrîn û Şehbayê bi dengekî bilind bi êşa gelê ku rojane rastî qirkirinê tê bang dikin, divê saziyên hiquqî û Rêxistinên Marê Mirovan bi erk û berpirsyartiya xwe rabin. Bi hezaran zarokên me ji mafên xwe yên bingehîn bê par mane. Divê çareseriyek li gorî pîvanên civakî û hevpeymanên nevnetewî were dîtin."
Daxuyanî bi dirûşmeya "Bê Serok jiyan nabe" û "Jin jiyana azadî" bi dawî bû.