Ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qedexeyek din a hevdîtinê dan

Qedexeyek din ya 3 mehî ya hevdîtina bi malbatê re dan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Hamili Yildirim, Omer Hayri Konar û Veysi Aktaş.

Navenda Nûçeyan – Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîdek girankirî de tên ragirtin û ev zêdetirî 40 meh in tu agahî nayên girtin, serlêdanên malbat û parêzeran ya hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bê encam tên hiştin.

Dadgeriya Înfazê ya Bursayê bersiva serlêdana parêzer û malbatan a bi daxwaza hevdîtinê hatibû kirin da. Dadgehê, da zanîn ku Serokatiya Lijneya Disiplînê di 4’ê tîrmeha 2024’an  de ji bo Abdullah Ocalan û girtiyên din careke din “cezayê disiplînê” daye. Di biryarê de hinceta “cezayê disiplînê” nehat diyarkirin. Daxwaza agahî û belgeyan ên parêzaran jî bi hinceta ‘ewlehiyê’ hatin redkirin.

Parêzer dê li dijî biryara “cezayê disiplînê” li Dadgeha Cezayên Giran a Bursayê îtîrazê bikin.