Ji bo polîsên di Berxwedana Geziyê de lêgerîna tazî pêk anîn ceza hat xwestin

Der barê 2 polîsên ku Mucella Yapici û keça wê Cansu Yapici yên di dema çalakiyên Geziyê de hatibûn binçavkirin, lêgerîna tazî kirin de ji ber “karê xwe nebaş karanînê” ceza hat xwestin.

Navenda Nûçeyan – Doza li dijî Mîmar Mucella Yapici ku yek ji berdevkên Hevgirtina Taksîmê ye û keça wê Cansu Yapici ku di çalakiyên Geziyê de hatibûn binçavkirin û lêgerîna tazî li wan hatibû kirin, berdewam kir.

Danişîna doza der barê 3 polîsan de li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bi giliyê sûcê “îşkenceyê” hat dîtin. Polîsê berê Levent Mustafaoglu ku ji ber sûcekî din girtiye û wê demê amîrê nezaretxaneyê bû bi rêya Pergala Agahdariya Deng û Vîdyoyê (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû.

Ceza hat xwestin

Dozger dema der barê esasê de mutalaaya xwe ragihand, diyar kir ku Mucella Yapici û Cansu Yapici diyar kirine ku “polîs berovajî pêwîstiyên lêgerîna bedenê tevgeriyane” û karê xwe nebaş bikaranîn e. Hat xwestin ku ji bo herdu polîsan ji 6 meh heta 2 sal cezayê girtinê bi îdiaya “karê xwe nebaş karanînê” bêne cezakirin. Ji bersûc Levent Mustafaogluyê ku wê demê amîrê nezaretxaneyê jî biryara beraatê hat xwestin.

Dadgehê, daxwaza parêzerên gilîkar û bersûc a ji bo amadekirina parastina li dijî mutalaayê dem qebûl kir û danişîn taloqî 17'ê Cotmehê kir.