Ji bo piştgiriya bi Rojava re kampanyaya alîkariyê hat destpêkirin
Li bajarê Silêmaniyê ji bo piştevaniya Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekê kampanyaya komkirina alîkariyê hat ragihandin. Beşdaran bang li aliyên pêwendîdar kirin ku Deriyê Sêmalka vekin.
Silêmanî- Li Silêmaniyê ji bo piştgiriya bi gelê li Rojavayê Kurdistanê re ku di bin êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî de berxwedanek bêhempa raber dikin, kampanya hat destpêkirin. Bang li aliyên pêwendîdar hat kirin ku demildest Deriyê Sêmalka ku tekane deriyê di navbera Başûr û Rojava de ye vekin.
Bi beşdarbûna hejmarek çalakvan, rojnamevan û parêzvanên mafên mirovan, kampanyaya alîkariyê hat destpêkirin. Hat diyarkirin ku ji ber girtina Deriyê Sêmalka nikarin alîkariya kelûpelan bigihîjînin Rojavayê Kurdistanê.
‘Çarenûsa me yek e’
Daxuyanî ji aliyê parêzer Sewfaq Raşîd ve hat xwendin û ev tişt hat gotin: “Em destpêkirina kampanyaya xwe ya alîkarî û piştevaniyê, ji bo gelê xwe yê li Rojavayê Kurdistanê radigihînin. Bi taybetî penaberên Kurd ên rojavayê çemê Firatê, piştî rûxandina rejîma Esed, ji aliyê komên çekdar ên tundrew ve û bi piştgiriya dewleta Tirk ve rastî êrişan tên. Birçî, bê mal û bê derman, di nava mercên metirsîdar de dijîn û di bin metirsiya mirinê de ne. Ragihandina vê kampanyayê û komkirina alîkariyên madî û manewî ji bo Kurdên Rojava em erka xwe dibînin. Îro em hatine ji gelê xwe yê Rojava re bibêjin hûn ne bi tenê ne û em neteweya Kurd, bi dîrok, îro û pêşerojê ve girêdayî ne. Êşa we êşa me ye, xem û nexweşiyên we yên me ne, çarenûsa me yek e.”
Ji bo vekirina Deriyê Sêmalka bang hat kirin
Di berdewamiya daxuyaniyê de, ji bo vekirina Deriyê Sêmalka bang li aliyên pêwendîdar hat kirin û wiha hat gotin: “Mixabin ji bilî alîkariya pere nikarin tiştek din kom bikin. Ji ber zehmetiyên mezin di şandina betanî, xwarin, derman û pêdiviyên pêwîst de hene. Ev jî ji ber girtina deriyê sînor ê Sêmalka ye. Em bang li Serokatiya Herêmê, Parlamentoya Herêmê û partiyên siyasî dikin ku ji bo vekirina deriyê sînor ê Sêmalka hewl bidin. Da ku em bikaribin li gel alîkariya madî, alîkariya kelûpelan jî bigihîjînin welatiyên Rojava.”
Herî dawî cihên ku li Silêmaniyê dê alîkarî lê werin komkirin hatin eşkerekirin û hat destnîşankirin ku ew ê di demeke nêz de cihên komkirinê yên li bajarên din ên herêmê jî ragihînin.
Cihên komkirina alîkariya darayî yên li Silêmaniyê ev in:
-Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê/ Bextiyar li hemberî Navenda Rewşenbîriyê ya Îzedîn Mistefa Resûl.
-Rêxistina Azadbûn/ Li kêleka Bazara Zara