Ji bo pirtûka Nagîhan Akersel a bi navê ‘Nîsan’ roja îmzayê

Pirtûka bi navê ‘Nîsan’ ku ji helbestên rojnameger û nivîskar Nagîhan Akarsel a li bajarê Silêmanî hate qetilkirin hatî berhevkirin, wê li Stenbolê roja îmza were lê darxistin.

Navenda Nûçeyan- Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û edîtora Kovara Jineolojiyê rojnameger-nivîskar Nagihan Akarsel di 4’ê Cotmeha 2020’an de li Herêma Federe ya Kurdistanê li bajarê Silêmaniyeyê hatibû qetilkirin. Ji bo pirtûka Akarsel a bi navê ‘Nîsan’ ku ji helbestên wê hatî berhevkirin, wê li Stenbolê roja îmzeyê bê lidarxistin.

Wê di 24’ê Kanûnê roja yekşemê saet di 15.00’an de li Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) çalakî bê lidarxistin û pirtûka Akarsel ji aliyê Hevseroka  Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar ve bê îmzekirin.