Ji bo Peyîmana Stenbolê banga “tu jî deng bide”
Gelek hunermend, rojnameger û nivîskaran ji bo xwedîderketina li Peyîmana Stenbolê gotin “Tu jî deng bide.”
Navenda Nûçeyan – Gelek hunermend, rojnameger û nivîskaran ji bo Peymana Stenbolê yak u dê bi fermî 1’ê Tîrmehê bê rakirin banga xwedîderketinê kirin. Ji lîstikvanan Ayşenil Şamlıoğlu, Deniz Çakır, Leyla Selen Uçer, rojnamevan Şirin Payzın, Melis Alphan, Ece Temelkuran û gelek navên din ên tên nasîn bi dîmen banga piştevaniyê kirin. Jinên li ser hesabê xwe yê civakî banga xwedîderketinê parkirin, navê jinên ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin dan peyî hev û gotin: “Peyîmana Stenbolê ji bo me tevane. Ji bo Peyîmana Stenbolê tu jî deng bide.”