Ji bo parastina xweza û jiyanê: Jin, Jiyan, Azadî
Zihniyeta ku êrişî jin dike û xwezayê texrîbat dike bingehê xwe ji heman zihniyetê digire. Bi riya ji hevdexistina têkiliyên civakî, meqesa di navbera mirov û xwezayê de her diçe zêdetir vedibe û rê li ber felaketan vedike.
Weşana Jineolojî
Bi dirêjiya çemê dîrokê, her qebîle û heta di nav koma ajelan de jî yê ku serkeş û pêşeng bûne hene û hebûne. Mirov hebûnek civakî ye, ji ber wê yekê di nav jiyana xwe yê komî de pêwîstî bi şêwazek xwe rêvebirinê û debarê dibîne. Mirovan li gor pêwîstî yên koma xwe ji bo xwe stargeh û cihên mayînê û sistemek rêvebirinê ji xwe re diyar kirine. Gelek car mirovan xwe bi şiklê komînal rêvebirine, gelek car jî bi sistema xanedantî û eşîrtî xwe rêve birine. Lê sistema ku herî zede li ser jin û civakê bandorên neynî ava kirine sistema yekdestdar ya ku bi zihniyeta zilamê desthilatdar ava buye ye. Zirarên wê çi ne? Li ser jin jiyan û civakê bandorîyekî çewa ava kirine? Karesata erdhejê ku bi ser civakê de hatî çiqas girêdayî şêwazê rêvebirin û xwerêvebirina civakê ye? Para dewlet di wê karesatê de çi ye?
Li ser wan mijaran di 4’ê Adarê 2023 de li bajarê Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê komxebatek giring hat lidarxistin. Ev komxebat ku bi amadekari ya akademî ya Jineolojî, Kongra Star, Rêveberiya Herêmî ya Bakur û Rojhelatê Sûriyê pêk hat, li ser mijarên giring hatin seknandin. Semînerên derbarê hevyana azad, rola jin di şaredariyan de, têkiliyê jin bi xwezayê re, rola jin di parastina xwezayê de hatin destgirtin û nîqaşkirin.
Têkilî û girêdanbuna jin bi xwezayê re ku bi dirêjahiya dîrokê bi bandor buye, bi derketina zihniyeta zilamê serdest her tim rû bi rû yê êrişan hatiye. Zihniyeta subje kirina jinan û xwezayê, ji bo berfirehkirina sistema sermayedarî ya qirker hûkûmkirina ser bedena jin û ser xwezayê mijarek jêveneger ya wê sisteme ye.
Zihniyeta ku êrişî jin dike û xwezayê texrîbat dike bingehê xwe ji heman zihniyetê digire. Bi riya ji hevdexistina têkiliyên civakî, meqesa di navbera mirov û xwezayê de her diçe zêdetir vedibe û rê li ber felaketan vedike. Ji ber wê yekê nîqaş û semînarê ku ji alîyê endamê Navenda Lêkolînan a Jineolojî Nûfa Elî re hat dayîn, mijarek giring bû. Nûfa Elî got, “Ji aliyê fêm kirina hevjiyanê de gelek şaş fêmkirin heye, hevjiyan tenê têkiliya di navber jin û mrên ku bi hevre jiyana hevbeş pêkanîne de nîn e. Rolek gring ku Rêber Apo jî dide diyar kirin têkiliyê mirovan bi xwezayê re ye.”
‘Jor de saf e di bin de kurmî ye’
Sistema desthilatda ya sermayedar ji bo xwe berdewam bike gelek rêbazên cur bicur dixebitîne. Yek ji wan rêbazan jî bal kişandina ser şêkile. Ji dervede gelek xweşik û bi bandor lê di hundir de rizandinek gelek xeter heye bi temamî reşa di erdhejê de derket holê tîne ber çavê mirovan. Gotina kal û pîrên me ku dibêje “Jor de saf e, bin de kurmîye” bi awayek zelal radixe ber çavan.
Lazimî bi rêvebirî ya ku bi zihniyeta jina azad bê meşan din heye
Di berdewamyê komxebatê de herî zede jî bal li ser bandoriya zihniyeta zilam ya li ser qada rêvebiriyê bi taybetî şaredariyan hat kişandin. Ew zihniyeta ku hêzê di pere de dibine û jiyan mirovan ji bo pere û destkeftiyên madî dixe bin xeterî de, ji hîs û wîjdana mirovbunê durketin e. Ji bo pere bêhtir bê qezenckirin mala mirovan kirin mezargeha mirovan, jiyana mirovan ji bo berjewendiyên madî kirin qurbanî. Encama erdheja ku li Sûriyê, Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hat jiyankirin bingeha xwe ji wê zihniyetê ku ji wîjdan û hîsiyeta mirovbûnê bê pare digire. Di reşa niha de yê ku lazim bi aqilê jinê şaredariyan rêvebirin e, lê bi taybetî bal hat kişandin aqilê jina azad çareserî ye. Di heman demê de şiyarî ku jina ku ne bi zihniyeta azad erkên xwe yê şaredariyan pêk neyne ji zilamek desthilatdar wê gelek bi zirar be, hat gotin. Di heman demê de hat destnîşankirin ku di qada şoreşê de bi awayekê têrker şaredariyên heyî nebûne şaredariyên jina û ne bi wê zihniyetê tên meşandin û gelek kar û xebat ji derveyî rêzîkane, ser wê esasê rewşa heyî bi awayek lezgînî jinan pêşengiya sererast kirinê bikin.
Reşa hestiyari ya gelek mezin hebû, bi bîranîna pêşengên jin yên hatine hedef girtin ji alî her axaftinvanê ve hatin ser ziman û bîranîn. Li ser esas ê berdewam kirina rêwan û ji bo xwe bi sazî kirinek xurttir her kes bi hesasyetek mezin nêzîk bû. Li ser esasê ku wê di şaredariyan de ji bo xwe bi rêxistin kirin û demokratikbunê, heman deme ji bo parastina xwezayê û jiyanê, wê formîla Jin, Jiyan, Azadî felsefeya jiyanê be hat diyar kirin.