‘Ji bo parastina şoreşa Rojavayê Kurdistanê em ê serferber bibin’

Rêveberên jin ên kantona Firatê helwestên xwe yên li dijî êrîşên dewleta Tirk anîn ziman û gotin ku dewleta Tirk dixwaze şoreşa Rojavayê Kurdistanê tesfiye bike û binketina xwe beşêre, lê ji bo parastina destkeftiyên xwe ew ê seferber bibin.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê - Dewleta tirk bi êrîşên hewayî kantona Cizîr û Firatê bênavber bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 8 welatî jiyana xwe ji dest dan. Dewleta tirk di 25’ê Kanûnê de ji seat 8’ê sibehê de berê êrîşan da navçeya Kobanê ku di encamê de tamîrxaneya girêdayî Şaredariya Kobanê, kampanyaya Ehmed Temir, taxên bajar, daristana Kobanê, mezre, çewlika mirîşkan û nexweşxaneya Miştenûrê hatin bombebarankirin.

Nexweşxaneya Miştenûrê ku ji 2015’an ve hatiye avakirin bi hejmara kadroyan 59 kes xizmetên rojane ji 500 kesan re di beşên zarok, jin, hundirîn, nexweşiya şekir, derûnî û eşa zarokan pêşkêş dikir, bi temamî hat wêrankirin.

Têkildarî bombebarana ku pêk hat, rêveberiyên jin ên Kobanê helwestên xwe anîn ziman.

‘Dewleta tirk hewl dide tola xwe ji Rojavayê Kurdistanê bistîne’

Berdevka Rêxistina Kongra Star a kantona Firatê Zozan Bekir êrîşên pêk hatin wiha nirxand: “Dewleta tirk a dagirker ev du roj in ku careke din bi kîn û hêrseke mezin seranserî herêmên li ser sînor bi dijwarî bombebaran dike. Di van êrîşan de dewleta tirk bi taybetî cihên xizmetguzarî, tendirustî, sotemenî û enerjiyê kirin armanc ku bi dehan cih hatin wêrankirin. Dewleta tirk hewl dide bi van êrîşan re îflasa navxweyî ku dijî wiha veşêre û paşguh bike. Her wisa Erdogan dixwaze tola binketina ku li Başûrê Kurdistanê jiya bi riya bombebarankirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bistîne. Li hemberî vê yekê, ev çend roj in ku em şahidiya helwestên gelên li herêmê dikin. Gelê me bi îsrar û biryardariyeke mezin li dijî van êrîşan radiwestiya û helwesta xwe anî ziman. Tevî bombebarana dijwar gelê me li qadan e û bertekên xwe tîne ziman.”

‘Vîna me lawaz nabe û em ê hebûna xwe biparêzin’

Zozan Bekir behsa helwest û sekna gel a li dijî bombebaranê kir û got: “Li beramberî rewşa ku niha tê jiyîn, weke her car em bêdengiya civaka navdewletî û hêzên garantor dibînin. Em bêdengiya heyî wiha dixwînin; diyar e ku lihevkirinek di navbera dewleta tirk û hêzên garantor de heye ku ev du roj in binesazî bênavber tê bombebarankirin û gelek sivîl jî hatin qetilkirin. Me di van du rojan de berdêlên gelek giran dan. Me weke gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêvajoyên gelek dijwar derbas kirin, ji ber vê helwesta me her dem berxwedana li dijî dagirkeriyê. Ji bo bidestxistina destkeftiyên ku dewleta tirk armanc digre û bombebaran dike, me gelek bedel dan. Lewre em ê destkeftiyên xwe bi hêsanî ji dewleta tirk re nehêlin û parastina wê bikin. Wê tu carî vîna me bi van rêbazên tirsonek ên dewleta tirk lewaz nebe, berovajî em roj bi roj bihêztir dibin.”

‘Di salekê de 3 caran binesazî hatin bombebarankirin’

Li aliyekî din cîgira Encûmena Cîbicîkar a kantona Firatê Mizgîn Xelîl bal kişand ser dubarebûna êrîşên ku bindesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê armanc digre û got: “Em êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tundî şermezar dikin û bombebarankirina binesaziyê sûcê şer e. Her wiha dewleta tirk kargehên gel jî kirine armanc ku kargehên zeytê, tamîr, çapxane û holan hatin bombebarankirin. Di sala 2023’an de, ev cara sêyemîn e ku dewleta tirk êrîşeke bi vî rengî pêk tîne ku bi dehan çavkaniyên jiyanî bombebaran û wêran dike. Bi taybetî jî 3 meh in dewleta tirk asta êrîşên xwe yên hewayî û şerê taybet dijwartir kiriye. Armanca Erdogan diyar e, dixwaze şoreşa Rojavayê Kurdistanê tesfiye bike. Lewre em dibêjin, êdî êrîşên dewleta tirk sucên şer jî derbas kiriye ku dixwazin bi rengekî rasterast gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qir bikin.”

‘Dema hatiye ku Erdogan ji ber kirinên xwe were cezakirin’

Mizgîn Xelîl da zanîn ku kiryarên dewleta tirk êdî asta sûcên şer derbas kiriye û got: “Em jî bang li tevahî hêz, rêxistin û kesên ku behsa mafên mirov, jin û zarokan dike dikin. Divê ku bi rengekî demildest rê li ber êrîşên dewleta tirk bigirin ku li pêş raya giştî komkujiyan pêk tîne. Êdî dem hatiye ku Erdogan ji bo komkujiyên li ser jinan, zarokan û welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne, were cezakirin. Bi dehan bûyerên ku hovîtî û terora dewleta tirk nîşan didin, hatine belgekirin. Lê mixabin civaka navdewletî çavên xwe ji kiryarên dewleta tirk re girtiye. Hevpeymanên li dijî sûcên şer û binpêkirina mafên mirovan ji aliyê hemû welatên cîhanê ve hatine îmzekirin lê di pratîkê de û dema pêwîstî pê hebe, em dibînin ku bêdeng dimînin. Lewre niha komployeke din ku hemû hêz hevkariya dewleta tirk dikin, heye.”