‘Ji bo parastina destkeftiyan divê em bi hev re kar bikin’

Koordînasyona Kongra Star Şîraz Hemo diyar kir ku bi Şoreşa Rojava re jin îradeya civakê temsîl dikin û ji ber vê yekê bûne hedef û got, “Ji bo parastina destkeftiyên şoreşê û bidestxistina azadiyê divê em bi hev re bixebitin û dest bidin hev.”

ŞIRÎN MÎHEMED

Qamişlo – Digel ku Şoreşa Rojava ji bo herêmê bû modelek, di heman demê de di warê rol û mîsyona jinan a di civakê de jî da diyarkirin. Jinan bi berxwedan û destkeftiyên xwe yên di her qadê de notên girîng ji dîrokê re hiştin. Têkildarî mijarê Endama Koordînasyona Star Şîraz Hemo ji ajansa me re axivî û got, “Di sedsala 21’an de her kes rastiya jinê fêm kir ku civakê birêve dibe. Jinên ku di navendên biryardayînê de cih digirin berxwedana xwe ya ji bo pêşxistina civakê didomînin. Pêşketina jinan a heta roja îro bê têkoşîn û berxwedan nebûye.”

'Jin di dîrokê de ji bo wekheviya zayendî pêk bînin tevgerên xwe ava kirine'

Şîraz Hemo da zanîn ku jin di hemû civakan de ji bo azadiyê têdikoşin û got, “Di dîrokê de jinan ji bo wekheviya zayendî pêk bînin, rêxistin û tevgerên jinan ava kirine. Her jinek di rêya azadiya jinê de qonaxek an jî xaleke veguherînê temsîl dikir. Kongra Star li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ji bo avakirina bingeheke saxlem ji bo azadiya jinê têdikoşe. Di Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê de jinan di pêşengtiya şoreşê û pêşxistina civakê de roleke girîng lîstin û di azadiya jinê de cih girtin."

'Jin di siyasetê de bi hêztir bûn'

Şîraz Hemo destnîşan kir ku beriya Şoreşa Rojava jin di nava partiyên siyasî de hebûn, lê wan nekarî rola xwe ya di warê temsîlkirina mafên jinan de bi tevahî pêk bînin. Şîraz Hemo destnîşan kir ku piştî şoreşê jinan di serî de siyaset di her qadê de hebûna xwe nîşan da û bi bîr xist ku di Şoreşa Rojava de jinan li dijî çeteyên herî xeternak ên cîhanê yên weke DAIŞ'ê şer kirin. Şîraz Hemo anî ziman ku jin di qada siyasetê de jî bi Sîstema Neteweya Demokratîk a ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tê meşandin, bi hêz bûne.

'Divê em bi hev re bixebitin'

Şîraz Hemo got: “Hemû hêz, çi dewlet û çi rejîmên desthilatdar, li gorî berjewendiyên xwe siyasetê dikin. Ji rastiya siyasetê hat derxistin. Jinan hêza xwe ya hebûna xwe di navendên biryargirtinê yên partî û saziyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de nîşan da. Jin di çareserkirina aloziya Sûriyê û avakirina aştiyê de xwedî roleke girîng in. Bi rêxistinbûna xwe û xebatên herêmî û navneteweyî em ê xwe bigihînin hemû jinan. Jin îradeya civakê temsîl dike, kî nûnertiya civakê dike hedefa hêzên ku li dijî mafên jinan û civakê ne. Lewma ji bo parastina destkeftiyên şoreşê û bidestxistina azadiyê divê em bi hev re bixebitin û dest bidin hev."