Ji bo Odeya Mîmaran biryara beraetê: Xelatdayîna çapemeniyê ne sûc e

Endamên Lijneya Rêveberiya Odeya Mîmaran a Şaxa Enqereyê, ji doza ji ber xelatdayîna pêşkeşvana bernameya “Yeşîl Pencere/ Şibaka Kesk” a ku di JIN TV de tê weşandin Guler Yildiz, der barê wan de hat vekirin, beraet kirin.

Navenda Nûçeyan- Doza ku endamên Lijneya Rêveberiya Odeya Mîmaran a Şaxa Enqereyê, ji ber "Xelata Çapemeniyê ya Emre Madran" da pêşkeşvana bernameya “Yeşîl Pencere/ Şibaka Kesk” a ku di JIN TV de tê weşandin Guler Yildiz, bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" dihatin darizandin, ji îstinafê vegeriya.

19’emîn Daîreya Cezayê ya Edliyeya Herêmî ya Enqereyê, di biryara xwe de diyar kir ku xelatdayîna ji bo çapemeniyê wek "propagandaya terorê" nayê hesibandin û destnîşan kir ku di warê hêmanên zagonî de sûc nîn e. Dadgehê, cezayê girtîgehê yê salek û 8 meh, bêparhiştina xizmetên kamûyê û bêparhiştina mafê hilbijartin û hilbejêr a bi sûcdariya "propagandaya rêxistinê” der barê Seroka Odeya Mîmaran a Şaxa Enqereyê Tezcan Karakuş Candan, Sekretera Odeya Mîmaran a Şaxa Enqereyê Nîhal Evirgen, endamên Lijneyê Muteber Osmanpaşaoglu û Ece Yoltay de hatibû dayîn, rakir û biryara beraetê da.

'Xwestin mebêdeng bikin lê bi ser neketin’

Seroka Odeya Mîmaran a Şaxa Enqereyê Tezcan Karakuş Candan a biryara hat dayîn nirxand, wiha got: "Ji ber ku me xelat da rojnamevanên re der barê hawirdorê de nûçe çêkirin, xwestin bi biryareke siyasî me bêdeng bikin lê bi ser neketin. Tezcan Karakuş Candan da zanîn ku ev biryara di pêvajoya darizandineke ku li Tirkiyeyê azadî û mafê jiyanê ne ewle ye de ye hat dayîn, rastiyê derdixe holê û wiha got:

“Em ê rastiyan, biparêzin û berdêla wê çi dibe bila bibe em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Dadgehê di biryara xwe de diyar kir ku dayîna xelatê ji bo çapemeniyê ne sûc e.”