Ji bo Narges Mohammadî kampanyaya azadiyê
Ji bo serbestberdana rojnameger û parêzvana mafên mirovan a Îranê Nargîs Mohammadî ku cezayê hucreya yek kesî û qamçiyê lê hatiye birîn, kampanya hat destpekirin.
Navenda Nûçeyan- Ji bo rojnameger û Berdevka Komeleya Parêzvanên Mafên Mirovan Narges Mohammadî ku meha borî li Îranê hatibû girtin, kampanyayek hat destpêkirin. Narges Mohammadî tenê 13 meh beriya girtina xwe ya dawî ji girtîgehê derketibû.
Hat hînbûn ku ji bo Narges Mohammadî cezayê hucreya yek kesî û 80 qamçiyan hatiye birîn. Hat ragihandin ku di telefonê de ji malbata xwe re gotiye; "Ez li beşa ewlehiyê ya Girtîgeha 2A ya Evînê me û ji min re gotin ku divê ez 30 mehan di girtîgehê de bimînim û 80 qamçiyan li min bidin" û beriya axaftin xilas bibe telefon hatiye girtin. Hat ragihandin ku piştî hevdîtinê agahî ji Narges Mihemedî nayê girtin û cezayê hucreya yek kesî lê hatiye birîn.
“Free NARGES” bi deh hezaran car hat parvekirin"
Piştî van agahiyan, aktîvîstên mafên mirovan dest bi hişyarkirina vê mijarê û kampanyaya ji bo azadiya Narges Mohammadî kirin. Dema ku Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) kampanyaya bi navê "Free NARGES" da destpêkirin, di çarçoveya kampanyayê de bi deh hezaran post hatin parvekirin.
Aktîvîsta mafên mirovan Reza Ekvanian dîmeneke ku li ser divê Narges Mohammadî bê berdan hatibû nivîsandin parve kir û got; "Ger îro li derve bûya dê biqîriya. Hucreya yek kesî ji bo hemû zindiyan îşkence ye."
“Em cezayê hucreya yek kesî qebûl nakin”
Pourian Nourî bal kişand ser pirtûka “Îşkenceya Spî” û wiha got: “Narges Mohammadî çîroka li Girtîgeha Jinan a Evînê ya girtiyên jin ên di hucreyên yek kesî de nivîsand. Niha jî ji ber tiştên ku nivîsandiye rastî îşkenceyê tê." Rojnameger Atefeh Nabavî jî got; "Bêguman Narges di refên herî pêş ên têkoşîna li dijî îşkence û zilmê de bû. Ew her dem di riya şêr, têkoşîn û xebatê de bû. Em cezayê hucreya yek kesî qebûl nakin…”