Ji bo mîtînga “Dem dema Azadiya Jinan e" bang hat kirin
Jinên aktîvîst ên TJA'yê ku gotin; “Tu gundên ku em neçin û jinên em negihijîn wan dê nemîne” ji jinan re banga tevlibûna mîtînga ku dê di 16'ê Cotmehê de bi dirûşma "Dem dema azadiya jinan e", “Werin em bi hemû coşa xwe dakevin qadan” kir.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed- Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), bi durûşma "Ji nijadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e. Dem dema azadiya jinan e” di 16'ê Cotmehê de li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtîngeke herêmî tê lidarxistin. Di dema ku xebata mîtîngê li gelek bajaran berdewam dike de jin dê werin ba hev û balê bikşînin ser mijarên fuhûşê, tiryak û şîdeta li ser jinan a li herêmê. Der barê mîtînga ku amadekariyên wê berdewam dikin de, aktîvîstên TJA'yê bi deng û coşa xwe hemû jinên herêmê vexwendin mîtîngê.
"Em armanc dikin ku xwe bigihîjînin jin û ciwanan"
Aktîvîsta TJA'yê Jale Okan, anî ziman ku qirkirin û şîdeta li ser jinan a li welat û herêmê zêde dibe û vê yekê pêwîstî çêbû û diyar kir ku ew mal bi mal, kolan bi kolan digerin û jinan tevli xebatê dikin. Jale Okan wiha got: “Xebata vê mîtîngê pir bi hêz hatiye destpêkirin. Di vê çarçoveyê de xebatên jinan ên li qadan jî berdewam dikin. Weke jin, em bi xurtî dixebitin ku hişmendiyê bilind bikin û xweparastina xwe pêk bînin. Em hewl didin li her qada jiyanê bin, tu deriyek ku em lê nedin, nehêlin, mal bi mal bigihîjin jinan. Ji bo ku em tevli vê têkoşînê bibin çi ji destên me tê em dikin. Ez bawer dikim ku ev kampanya dê bi van hewldanan bigihîje armanca xwe.”
“Tu gund û jinên ku em neçin û negihijînê dê nemîne”
Jale Okan diyar kir ku ew armanc dikin di çarçoveya xebatên xwe de bi taybetî xwe bigihîjînin jin û ciwanan û bal kişand ser vê yekê ku li her bajarê herêmê bi çalakiyên wekî civîn û di komxebatên jinan de tevgerek heye. Jale Okan banga tevlibûna mîtînga ku dê bê lidarxistin kir û wiha berdewam kir: “Di vê xalê de, ji bo ku em hişmendiya wan bilind bikin û wan ji pergalê rizgar bikin, em ê her tiştî bikin. Heya îro tu gund nemayê ku em di çarçoveya xebatan de neçûne. Em her roj xebatên jinan li bajarên herêmê dibînin. Civînên jinan ên li gund û taxan tên lidarxistin her wiha atolye jî tên lidarxistin. Me têkoşîn û hêrsa jinan li dijî zîhniyeta zilam dît. Bi vê dirûşmê dê tu jin nemînin ku em negihîjin wan û hişmendiya wan bilind nekin.”
"Piştî mîtîngê jî dê xebatên me bidomin"
Aktîvîsteke din a TJA’yê Yuksel Çelîk jî bi van gotinan teqez kir ku ew ê piştî mîtînga ku dê were lidarxistin jî li qadan bin û got; “Weke jin û ciwan, em ê 16’ê Cotmehê bi hemû coşa xwe li kolanan bin. Em baş dizanin ku jin rastî şîdet û tacîzê tên û em ji bo parastina wan dixebitin û wan teşwîq dikin ku xwe biparêzin. Em bi jinên xwe re rûdinin û nîqaş dikin. Ev hewldan heya ku em encam bigrin dê bidomin. Xebatên me ne tenê dê di pêvajoya kampanyayê de bin, piştî we jî xebatên me dê bê rawestandin bidomin."