Ji bo Misra Oz li ser twîttirê piştgirî hat dayîn
Misra Oz a kurê xwe di qezaya trênê de winda kir û ji aliyê raya giştî ve bi têkoşîna hiqûqî ya daye meşandin tê naskirin, ji ber sedema covid-19 rakirin beşa lezgîn. Li ser vê yekê li ser Twiteerê gelek kesan piştgirî da êekoşîna Misra Oz.
Misra Oz a kurê xwe di qezaya trênê de winda kir û ji aliyê raya giştî ve bi têkoşîna hiqûqî ya daye meşandin tê naskirin, ji ber sedema covid-19 rakirin beşa lezgîn. Li ser vê yekê li ser Twiteerê gelek kesan piştgirî da têkoşîna Misra Oz.
Navenda Nûçeyan- Di qezaya trênê ya ku di sala 2018’ande li Çorluya Tekîrdagê pêk hatibû de 25 kesan jiyana ji dest dabûn û 30 kes jî birîndar bûbûn. Yek ji wan kesên ku jiyana xwe ji dest dabû Oguz Arda Sel yê 9 salî bû. Dayika Arda Misra Oz a ku ji di warê hiqûqî de têdikoşiya rakirin beşa lezgîn. Misra Oz diyar kiribu ku ji ber sedema covid-19 pirsgirêka nefesê dijî ji ber wê ew rakirine nexweşxaneyê û gotibû “Doh ji ber pirsgirêka nefesê li nexweşxaneyê hatim razandin. Alîkariya Oksîjenê tune be nikarim nefesê bigirim.”
“Ji ber ku ew nikare binivîse, em ê binivîsin”
Li ser twîterê gelek kesan bal kişandibû ser rewşa Misra Oz û gotibûn, “Misra Oz di beşa lezgîn de ye. Ji kêliya ku kurê xwe winda kir û şûnde her roj nivîsand, axivî û bang kir. Niha ew têkoşîna jiyanê didomîne, nikare binivîse, em ê binivîsîn.1014 roj derbas bûn di ser qezaya trênê ya li Çorluyê de lê edalet bi cih nehat.”