Ji bo mirina Zozan Ehmed Osman a bi guman lêpirsîn hat destpêkirin
Zozan Ehmed Osman bi awayekê guman dawî li jiyana xwe anî û lêpirsin di derbarê bûyerê de destpêkir.
Kobanê-Ji ber kevneşopiya civakê gelek jin rastî tundiyê tên û bi awayekê guman dawî li jiyana xwe tînin. Mêr- dewlet di hemû êrîşan de yekem jinê armanc digire û bi êrîşên cur be cur jinê qetîl dike. Gelek cureyên tundiyê hene ji wan derûnî, lêdan, tirs û hwd. ne. Li gelek welatan heta niha jî jin rastî tundî û qetilkirinê tê, lê heta niha jî kujerên jinan li tu welatê nehatine darizandin, berovajî bi cezayên sivik derbas dikin. Herî dawî jî jina bi navê Zozan Ehmed Osman 35 saliye û ji gundê Bîr Nasir a girêdayî bajarê Kobanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û başurê Kobanê dikeve bi awayekê guman dawî li jiyana xwe anî.
Mijarên kuştin û xwekuştinê ji aliyê sazî û rêxistinên jinê ya bajarê Kobanê ve tên lêkolîn kirin. Her wiha di 22'yê Sibata 2020'an de jina bi navê Hûda El-Elî 26 salî û zarokê wê Azad Hisên yê 7 salî ji aliyê mêrê pêre zewicî Hisên Ebdo Ebas ve li daristina bajarê Kobanê hatibû qetilkirin. Kujer Hisên ji aliyê gel û dadgeha civakî ya Herêma Firatê ve hat darizandin û di encamê de cezeyê muebedê û pere lê hatibû birîn.
Jinên ku di sala 2020'an de li Kantona Kobanê hatine qetilkirin wiha ne: 4 jin bi awayekê guman dawî li jiyana xwe anîne û 7 jin hatine qetilkirin.
Hêjayê bi bîr xistiniyê ku di derbarê bûyerê Zozan Ehmed Osman de lêpirsîn hatiye dest pê kirin.